Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daraza tirk a dijminetya gelê Kurd dike kujerên Kurdan xelat dike 29.12.2020

 

DARAZA TIRK DIJMINATIYA KURDAN DIKE
DI DOZA NECMETTÎN FENDÎK DE DAXWAZA GIRTINA POLÊS HAT REDKIRIN

Polêsên rejîma faşît a tirk di 18’ê tîrmeha 2017’an de bi ser mala Necmettîn Fendîk de girt.

Polêsan wê şevê li wê malê Necmettîn Fenfîk qetil kir.

Ev 3 sal e doza Fendîk dewam dike.

Polêsê kujer nehatiye cezakirin.

Cezakirinê li aliyekê bihêle nehatiye girtin jî.

Parêzerê malbata Fendîk di vê rûniştinê de xwest polêsê kujer were girtin.

Lê daraza tirk Dadgeha Cezayên Giran a 2’yan a Geverê ev daxwaz red kir û doz taloqî 30’ê adara 2021’an kir.

BÛYERA JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN
WEZÎRÊ TIRK DI ÎNKARA BÛYERÊ DE BI ISRAR E

11’ê îlonê li Wanê du welatiyên kurd dema li nav zeviyên xwe giya didrûtin hatin girtin.

Cendirmeyan herduyan yanî Osman Şîban û Servet Turgut li helîkopterê siwar kirin. Ew birin Wanê.

Li ser pîsta qereqola cendirmeyan herduyan ji helîkopterê avêtin erdê. Li erdê îşkence li wan kirin.

Di encama van îşkenceyan de Servet Turgut jiyana xwe ji dest da.

Osman Şîban jî piştî ji nexweşxanê derket hêjî li malê tam nehatiye ser hemd û hişê xwe.

Rojnamegerên ev bûyer derxistin holê hatin girtin.

Lê wezîr û kizîrên vê dewleta faşîst hîn jî di înkara xwe de israr dike.

Parlamanterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ji bo bi bersîvîne derbarê bûyerê de pirs ji wezîrê tirk Hulusî Akar kir.

Wezîrê tirk bi yek hevokê bersiv da:

“Li wezareta me derbarê vê bûyerê de agahî, belge û qeyd tune ne”

Sezgîn Tanrikulu nerazîbûn nîşanî wezîr da û got: Ji ber ku kesê miriye welatiyekî kurd e, wezîr hewcehî pê nedîtiye ku qet nebe bibêje, me lêpirsînek daye destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv