Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Ewrûpa kurdistanî ji bo azadiya Rêber Apo di nava tevgerê de ne 06.03.2021

 

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
LI EWRÛPA KURDISTANÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO DI NAVA TEVGERÊ DE NE

“Dem Dema Azadiyê ye”

Kurdistanî û dostên wan bi vê dirûşmê li gelek navendên Ewrupayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya lidardixin.

Li bajarê Hanoverê ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve çalakî hat li dar xistin.

Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê Bavê Enber û li ser navê YJK-E’yê Altûn Bîschof axavîn.

Piştî axaftinan belavok hat belavkirin û dûvre name ji Neteweyên Yekbûyî re hat şandin.

Li Bremenê jî li pêşiya parlementoya eyaletê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber APO kon hat vedan.

Çalakî bi pêşengtiya Jinên kurd ve hat birêvebirin.

“JI BO DARIZANDINA DÎKTATOREKÎ 100 SEDEM”
AKTÎVÎSTÊN TJK-E YÊ LI HAMBÛRGÊ Û DEN HAAGÊ STAND DANÎN

Di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktatorekê, 100 hezar îmze’ li bajarê Hambûrga Elmanyayê standa îmzeyan hate danîn.

Stand li semta Altona yê ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn ve hat danîn.

Aktivîsta TJK-E’yê Ruha Baran di çalakiyê de axivî û got; “Tecrîd pirsgirêka mirovahiyê ye, her kes jê berpirs e.”

Her wiha Baran diyar kir ku ew li dijî van polîtîkayan ji bo dengê xwe bilind bikin li qadanin.

Di çalakiyê de gelek îmze hatin komkirin her wiha wêneyên jinên hatine qetilkirin jî hatin nîşandan.

Piştî çalakiyê ji bo azadiya Rêber Apo name ji Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî bi heman armancê li pêşiya parlementoyê stand hat danîn.

Li vir jî wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hatin nîşandan,

Her wiha gelek îmze hatin kom kirin…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv