QSD LI DIJÎ DAÎŞÊ DI NAVA OPERASYONÊ DE YE
ÇETEYÊN KUJERÊN SEIDA FEYSEL EL-HERMAS Û HIND LETIF EL-XIDÊR HATIN KUŞTIN
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan û hêzên ewlekariyê li dijî şaneyek çeteyên DAIŞ operasyonek lidarxistine.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ku di dema dawî de zêde bûne, operasyonên bi bandor ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxsitin.
Di encama vê xebatê de hêzên ewlekatiyê xwe gihandin şopa kujerên her Seida Feysel El-Hermas û Hind Letif El-Xidêr
Di operasyonê de çeteyên navborî bersiva hêzên me dan û pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de çeteyên bi navê Ebû Seîd û Osman hatin kuştin û şervanek me jî brîndar bû.”