Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê 100 rojê xwe tijî kir 06.03.2021

 

BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ 100 ROJÊ XWE TIJÎ KIR
”HETA DAXWAZÊN ME BICIH WERIN, WÊ BERXWEDANA ME BIDOME”

Girtiyên azadiyê 27’ê Mijdarê beşdarî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bûn û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê tam 100 rojê xwe tijî kir.

Koma 20’a çalakiyê birêve dibe.

Girtiyên azadiyê di çalakiya xwe de bi israr in, û bi rêya malbatên xwe vê peyamê didin.

Ji bo afirandina şert û mercên azad ên rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurtir bikin.

Heta daxwazên me werin qebûlkirin wê berxwedan me bidome.

Di serî de gelê Kurd, divê her kes bibe dengê berxwedana li zindanan.

BANGAWAZIYA DAYIKÊN GIRTIYAN
“BILA HERKES XWEDÎ LI VÊ DOZÊ DERKEVE”

Dayikên girtiyên azadiyê jî derbarê çalakiya zarokên xwe de axivîn û ji bo şikandina tecrîdê banga berxwedana giştî kirin.

Dayika berxwedêrê bi navê Şervan Sertkaya, Safîye Sertkaya li ser çalakiya lawê xwe wiha axivî.

Berxwedêrê bi navê Mazlûm Ozer jî ji zindana Amedê beşdarî bêngavê bûye.

Dayîka wî Salîha Ozer jî dibêje, her çi dibe bila bibe ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
MED TUHAD-FED: DIVÊ TAVILÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN WERIN BICIHANÎN

Li Amedê jî Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan daxuyaniyek da û binpêkirina mafên girtiyan ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi tecrîda li dijî Rêber Apo li tevahiya zîndanan tecrîd li ser girtiyên siyasî hatiye zêdekirin.

Desthilatdariya dewleta Tirk di warê tenduristiya girtiyên azadiyê de hat hişharkirin û wiha hat gotin:

Divê daxwazên girtiyan werin bicihanîn û tecrîd were bidawîkirin.

Naxwe wê ji encamên neyênî desthilatdariya siyasî berpirsiyar be.

BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ 100 ROJÊ XWE TIJÎ KIR
UMÎT DEDE: HETA DAXWAZÊN GIRTIYAN WERIN QEBÛLKIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN

Cîgirê hevserokên giştî yên HDP’ê yê ji komîsyona hiqûq û mafê mirovan berpirsiyar e Umît Dede jî li navenda giştî a partiya xwe derbarê çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên li zindandanên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Umît Dede yek bi yek qala binpêkirinên li zindanan kir û got, “greva birçîbûnê berxwedana parastina rûmetê ye.

Ev 100 roje girtî di grevê de ne.

Divê tavilê daxwazên wan werin qebûlkirin û dawî li tecrîd û zexta li zindanan were anîn.

Heta daxwazên girtiyan werin qebûlkirin, em ê jî wek HDP’ê bi biryardarî têbikoşin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv