Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Artêşa tirk sedema ketina helîkopteran vedişêre: Di nava 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin 06.03.2021

 

ARTÊŞA TIRK SEDEMA KETINA HELÎKOPTERAN VEDIŞÊRE
DI NAVA 28 SALAN DE 38 HELÎKOPTER KETIN AN HATIN XISTIN

Roja 4’ê Adarê, li herema Tetwana Bedlîsê helîkoptereke artêşa tirk ket xwarê.

Korgeneralê Fermandariya Qolordiya 8’emîn a Xarpêtê Osman Erbaş jî di nav de 11 fermandarên payebilind mirin. 2 esker jî birîndar bûn.

Cihê bûyerê bi lez û bez hat dorpêçkirin, het aniha destûr nayê dayîn kes xwe nêzê heremê bike.

Wezîrê Parastinê Hulusî Akar piştî serdana cihê bûyerê, îddia kir ku helîkopter di encama “qezayê” de ketiye xwarê.

Akar di daxuyaniya xwe ya duyemîn de beyan kir ku helîkopter ji ber “şertên hewayê yên neyînî” ketiye xwarê.

Berê ku sedemê esasî yê ketina Hoilîkopterê zelal bibe, qeyda dengê serbazekî tirk ket medya civakî ku îddia dike ketina helîkopterê weke yên berê NE qeza ye.

Rojnameger Adem Karaçoban li ser qenala xwe ya Youtube derbarê ketina helîkopterê de qeyda dengê subayê bi navê Yûsûf Yilmaz parve kir.

Subayê tirk daxuyaniya Akar a derbarê ketine helîkopterê de têr nabîne û balê dikişîne ser bûyerek sala 2017’an ya ketina helîkoptereke din

Di 31’ê Gulana 2017’an de li navçeya Qilabana Şirnexê dîsa Helikopterek ketibû û di encamê de Orgeneral Aydogan Aydin jî di nav de 13 serbazên tirk miribûn.

Di qeyda deng de Yûsûf Yilmaz dibêje “ez bêdeng namînim” û wiha dibêje:

“We qeza Şenoba ya sala 2017’an bihîstiye. Di wê bûyerê de Fermandarê Esekerî yê Şirnexê mir.

Bi heman rengî, 7 serbazêndin jî pê re mirin. Ji wê bûyere re jî gotin qeza.

Ez ê li vir bêdeng namînim. Hat gotin ku ew qeza ye. Ez hêvî dikim ku hûn ji min fam bikin.”

Di salên derbasbûyî de jî gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn.

Têkildarî bûyeran lêkolîn hatinbin kirin jî, encamên wan nehatin parvekirin.

Artêşa tirk ji bo ser van bûyeran bigre di nav hewildanek mezin de bûye.

Lê belê derketibû holê ku ev helîkopter ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hetine xistin.

Di nava 28 salên dawî de heya niha li herêmên şer û li gelek deveran cûda nêzî 38 helîkopterên atêşa tirk ketin an jî hatine xistin.

Di van helîkopterên ketin an hatin xistin de bi giştî 193 esker û polîs mirin e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv