DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI EFRÎNÊ POLÎTÎKAYA GÛHERTINA DEMOGRAFIYÊ
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li herêma Efrîna ku dagirkirine didomînin.
Li ser van sûcan, bi taybet guhertina demografîk û avakirina mêtîngeriyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk raporeke weşand.
Di raporê de wiha tê gotin:
“Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve dewleta tirk di nav hewildanên guhertina demografiyê de ye. Ji sedî 75 niştecihên herêmê bi darê zorê hatin koçberkirin.
Dewleta tirk bi hevkariya Kuwêt û Qeterê bi projeyên mêtingeriyê Ereb û Tirkmenan li deverên cûda yên herêmê bi cîh dike.
Di nav van kesan de malbatên komên çete û DAIŞ`ê jî hene. Armanc ji vê yekê jî ew e ku nasnameya kurdî li herêmê tune bike.”
Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, rêjeya van kesan di sala 2020’an de gihaşt ji sedî 65.2’yan.
Dewleta Tirk ji bo komên çete û malbatên wan li herêmê xaniyan ava dike.
Ji bo vê xebatê li gundê Ernede, deşta gundê Sinarê û deşta Şadiya 3 komelgehên mêtingeriyê hatine avakirin.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk radigihîne ku Komeleya “Dana Bêsînor a Qeterî” di bin navê destekdayina netewa Ereb de li herêma Efrînê di nav hin xebatên kirêt de ye û dibêje.
“Li gor daneyên heyî dewleta Qeter bi ser vê komleya Dana Bêsînor a Qeterê pereya ji bo mêtingeriya tirk rêdike.”
Di raporê de li ser Fîlîstiyên ku li herêmê hatine bi cîhkirin jî wiha tê gotin.
“Dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Rojava li herêma Bilbil, gundê Sorke li navçeya Racoyê, gundê Mihemediyê û Dêrbelûtê hejmarek kamp dane avakirin.
Di van kampan de nêzî 600 malbatên komên çete bi cîh bûne û 325 ji van malbatên Filistînî ne.
Li gorî Navenda Belgekirinê ya Koçberên Sivîl a Filistînî, di nav salekê de hejmara Filistîniyên ku li bakurê Sûriyeyê bi cih bûne, gihîştiye nêzî 7 hezar û 500 kesî.