Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji KCK’ê daxuyaniya girîng: ‘Ti polîtikaya me ya şer bi hêzeke siyasî an jî leşkerî ya Kurd re nîne’

 

JI KCK’Ê DAXUYANIYA GIRÎNG
“JI BO RÊ LI BER GIRTINA ŞEREKÎ, DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî provokasyonên PDK û hewldanên wê yên bicihbûna li qadên gerîla li herêma Metîna daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hişyariya girîng li ser agahdariyên Mûrat Karayilan di Stêrk Tv de kirî, hat kirin:

Di vê demê de gerîla şerekî giran li dijî artêşa Tirk dike.

Tengezariya derketina şerekî di navbera hêzên PDK’ê û gerîla de jî didome.

Ji bo rê li ber şerekî bi vî rengî bê girtin, gelê Kurd, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermend divê bi berpirsiyariya xwe rabin.

KCK’ê hunermendên Kurd ên heta niha helwesta xwe bi awayekî zelal raber kirine jî pîroz kir.

JI KCK’Ê DAXUYANIYA GIRÎNG
“TI POLÎTÎKAYA ME YA ŞER BI HÊZEKE SIYASÎ AN JÎ LEŞKERÎ YA KURD RE NÎNE”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamên Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi bîrxistin.

Fermandarê me helwesta me danî holê.

Ti polîtîkaya me ya şerê bi hêzeke siyasî an jî leşkerî ya Kurd re tine ye.

Berevajî vê yekê, tevî ku PDK ev zêdetirî saleke zêde bi ser me de tê, em dîsa jî bi berpirsiyariya doza azadiyê ya gelê Kurd radibin.

Em timî bi sebir tevgeriyan û bûn xwedî hewldana wê yekê, ku nebin parçeyek ji lîstika dewleta Tirk.

JI KCK’Ê DAXUYANIYA GIRÎNG
“EM TIMÎ BI SEBIR TEVGERIYAN Û TEVDIGERIN, LÊ PDK ZIMANEKÎ PROVOKATÎF BI KAR TÎNE”

KCK’ê da zanîn, ku timî bi rêya hevdîtinan wan xwestiye bingeha şer û tengezariyê ji holê rakin.

Lê di vê demê de ku êrişên dagirkeriya Tirk giran bûne, veguhestina hêzeke zêde ya PDK’ê ber bi qadên gerîla ve, em bi şerekî bêxer ê wê di dîroka gelê Kurd de bi awayekî neyênî cih bigre re rû bi rû hiştine.

Di daxuyaniyê de banga Mûrat Karayilan a li hêzên gerîla jî hat bibîrxistin, ku digot “bi sebir bin û nekevin şer.”

Lê bi vê helwesta PDK’ê dibe ku her kêlî şer dest pê bike.

Axaftinên fermandarên PDK’ê û weşana çapemeniya wê vê yekê îfade dike.

Divê tevahiya gelê me û raya giştî bizane, ku heta dawî em ê xwe ji şerekî bi vî rengî dûr bigirin.

Lê heke di rewşekê wiha de şer biqewime, wê berpirsiyar bi temamî PDK be.

JI KCK’Ê DAXUYANIYA GIRÎNG
“PDK Û ÇAPEMENIYA XWE HENEKÊ XWE BI AQILÊ GEL DIKIN”

Di daxuyaniyê de sûcdarkirina kesên xwestine ji Ewrûpayê weke mertalên zindî biçin Başûrê Kurdistanê weke provokator ji aliyê wezîrê karê hundir ê PDK’yî ve hat bibîrxistin.

Hewl didin provokasyon û polîtîkaya xwe ya şer bi vê probagandaya berevajîkirinê binixûmînin.

Jixwe her roj li dijî PKK’ê û gerîla probagandayekê dikin, ku henekê xwe bi aqilê gel bikin.

Ev hewlesta PDK’ê bixwe jî, xeterbûna rewşê nîşan dide.

Bi vê yekê zelal dibe, ku banga Fermandarê me yê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan çiqasî girîng e.

JI KCK’Ê DAXUYANIYA GIRÎNG
“DEMA WÊ YEKÊ YE, HER KES DESTEKÊ BIDE CIWANÊN KURD ÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDIN”

KCK’ê bang li PDK’ê kir, ku dev ji helwesta xwe ya xizmetê ji dagirkeran re dike berde.

Û ji gelê Kurd jî hat xwestin, ku bi giraniya xwe rabe û bi destwardana xwe lîstik û pîlanên dewleta Tirk pûç bike.

Em bawer dikin, ku wê gelê Kurd li her qada lê ye, bi serhildanê têkoşîna xwe ya azadiyê biser bixe.

Dema wê yekê, ku her kes destekê bide ciwanên Kurd ên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û zirarê nede berxwedana wan a lehengî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv