PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎN, ZAP, GEVER, METÎNA GERÎLAYAN LI DAGIRKERAN DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke berfireh, roj bi roj û saet bi saet encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan ji Metîna heta Geverê bi Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.
Çalakiyên pêk hatine û encamên wan wiha ne:
BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
9 û 10’ê Hezîranê gerîlayan dagirkerên li ser Kela Mamreşo û Girê Şehîd Zêrîn bi çekên giran kirin hedef.
Di çalakiyan de 2 çeper hatin rûxandin û gelek çeperan jî derb xwarin.
4, 5 û 10’ê Hezîranê Geliyê Basya, bi balafirên şer hat bombekirin û ji ber vê êrişê agir bi qada daristanê ket.
BAZÊN ZAGROSÊ LI ZAPÊ
10 û 11’ê Hezîranê gerîlayan bi du çalakiyên sekvanî eskerên Tirk ên li ser Girê Şehîd Mervan kirin hedef û 2 dagirker hatin kuştin.
11’ê Hezîranê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan kirin hedef.
Konê dagirker tê de hat rûxandin û 3 eskerên Tirk hatin kuştin.
Heman rojê qereqolên li ser sînor qada Şehîd Şahîn bi obus û hawanan bombe kirin û agir bi qada daristanî xistin.
11’ê Hezîranê qadên Karker û Çemço hatin bombekirin.
BAZÊN ZAGROSÊ LI GEVERÊ
10’ê Hezîranê wesaîteke transtî a ji qereqola Meleyan a navçeya Colemêrgê Şemzînanê diçû qada Meleyan bû hedefa gerîlayan.
Di çalakiya sabotajê de wesaît hat îmhakirin û 2 dagirkerên tê de jî hatin kuştin.
CENGA XABÛRÊ LI METÎNAYÊ
11’ê Hezîranê gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên li qada Şikêrên Sor kirin hedef û dagirkerek hat kuştin.
Heman rojê dagirkerên berê xwe dabûn çeperên şer ên li qada Kêste bûn hedefa çalakiyeke sabotajê ya gerîla.
Li vê derê eskerekî Tirk hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Dagirkerên li qadê belavbûbûn, du carên din bûn hedeva çalakiyên sabotê.
Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
11’ê Hezîranê herêma Metîna bi helîkopterên êrişî bi dijwarî hat bombekirin.
Bi helîkopterên skorsky eskerên Tirk ên li qadên Şikêrên Sor û Milîtan hatin guhertin.
Bi awayekî hemwext helîkopterên êrişê nêzî noqteyên hêzên PDK’ê yên li qada Birîfka saetek û nîvê bombe kirin.