CIVAKA ÎSLAMIYA KURDISTANÊ:
KESÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ SORDIKIN DIVÊ WERIN ASTENGKIRIN
Civaka Îslamiya Kurdistan-CÎK têkildarî tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk û êrişkariya PDK’ê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
CÎK’ê, bibîr xist ku bi sedan sal e, ji bo kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa û xwezayî, li dijî dagirkeran têdikoşin û wiha got:
“Gelê kurd ji aliyê çar dewletên dagirker û hevkarên wan ên berjewendîperest ve tên kuştin, zîndanîkirin û bi darê zorê ji Kurdistanê tên derxistin.
Qehreman û egîdên kurdan rexmî hemû zordariyan, di bin şert û mercên giran de li dijî vê zordestiyê li ber xwe didin.”
Civaka Îslamiya Kurdistan’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got:
“Pêwîste têkilî û danustandinên dîplomasî û tîcarî li ser xwîna kurdan neyên meşandin.
Kesên şerê navxweyî sor dikin û didin sorkirin, divê ji hêla her kurdekî ve were asteng kirin û pêşî lê were girtin.
Kesên ku veşartî an eşkere kurdekî bide kuştin an radestî dagirkeran bike, divê wek gunehbarekî mezin were dîtin û pênasekirin.”
Di dewama daxuyaniya xwe de wiha hat gotin.
“Em wek Civaka Îslamiya Kurdîstanê dibêjin;
şerê kurd bi kurd re û hevkariya kurd bi dagirkerên Kurdîstanê re heram û gunehekî mezin e.
Bi taybet em bang li PDK’ê dikin ku li dij birayên tevlî liv û tevgera serbazî nebe.
Gerîlla jî, pêşmerge jî garantiya Kurdîstanê ye, vê garantiyê têk nebin!
Derfet û destkeftên gelên me yên qehreman lawaz nekin, xwîna cangoriyên me bê wate nehêlin.”