LI HEWLÊR Û ALMANYA BÛYERÊN SOSRET
ALMANYA NEHIŞT KOMA AŞTIYÊ BIÇE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Koma Aştiyê ya navneteweyî ji bo rê li ber şerekî muhtemel ê di navvera PDK û gerîla de bigire, xwest biçe Başûrê Kurdistanê.
27 kesên di nava wan de siyasetvan, parlementer û rojnamevan jî hebûn li Balafirgeha Dusseldorfê ya Almanya hatin binçavkirin.
Polîsên Alman demeke dirêj endamên koma aştiyê di bin çavan de hiştin.
Derheqê 17 kesan de biryara qedexeya derketina derveyî welêt hat dayîn.
Di nava wan de siyasetvan Abdullah Demîrbaş û Hevseroka Koma Dîe Lînke ya Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî hebûn.
Polîsên Alman sedema binçavkirin û astengikirina çûyîna heyetê bi van gotinan ragihand:
“Wê çûyîna we zirarê bide têkiliyên me yên bi Tirkiyê re.”
Bi vê yekê jî eşkere û ron bû, ku dewleta Alman piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirina gelê Kurd ên dewleta Tirk dimeşîne.
Civaka Azad a çûyîna heyetê organîzekirî jî bi zimanekî tund ev biryara Almanya şermezar kir.
Civaka Azad got, Almanya bi vê biryarê piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker.
Piştî ku siyasetvan hatin berdan li ber deriyê balafirgehê daxuyanî dan.
Cansû Ozdemîr û Abdullah Demîrbaş jî Almanya ji ber vê helwesta wê şermezar kirin.
Û diyar kirin, ku wan bi serdanê dixwest bi Mesûd Barzanî, Berhem Salih û gelek derdorên din re ji bo aştiyê hevdîtinan bikin.
LI HEWLÊR Û ALMANYA BÛYERÊN SOSRET
PDK’Ê PARLEMENTERÊ ALMANYA BINÇAV KIR
Li aliyê din hin endamên Koma Aştiyê yên gihîştin Hewlêrê jî ji aliyê PDKê ve hatin binçavkirin.
Yek ji wan Parlementerê Dîe Lînke Hakan Taş bû
PROVOKASYONÊN PDK’Ê
SIYASETVAN DEMÎR ÇELÎK Û 5 HEVALÊN XWE LI HEWLÊRÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk û 5 hevalên xwe jî li Balafirgeha Hewlêrê hatin binçavkirin.
Demîr Çelîk ê di bin çavan de ragihand, ku li dijî vê pêkanîna PDK’ê ew dest bi greva birçîbûnê dikin.
PROVOKASYONÊN PDK’Ê
AGAHÎ JI 3 ENDAMÊN PYD Û RÊVEBERIYA XWESER NÎNE
Li aliyê din li heman balafirgeha Hewlêrê 3 nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser, Cîhan Hesen, Osman Xelîl û Mistefa Ezîz ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin.
Rojnewsê ragihand, ku heta niha jî ti agahî ji nûnerên Rojavayê Kurdistanê nîne.