ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK Û ÇEYETÊN WÊ
LI DIJÎ MINBIC, GUNDÊN TIL RIFAT, ŞERA Û ŞÊREWA ÊRIŞ HEBÛN
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Minbicê têkildarî êrişê ev agahî dan.
Çeteyên koma binavê Diri El-Firat hewl dan bikevin nava gundê El-Catê û lê bi cih bibin.
Şervanên me ev yek ferq kirin û di cih de bersiv dan êrişa dagirkeran..
Di encama şer de êriş hat têkbirin û 3 çete hatin kuştin.
Di vê navberê de artêşa Tirk a dagirker jî şevê din bi dijwarî êrişî gundên navçeya Til Rifat a li herêman Şehba û navçeyên Efrînê Şêra û Şêrewa kirin.
Gundên Irşadiyê û Kefer Antûn ên Şera û gundên Qinêterê û Soxanekê yên Şêrawayê bi dijwarî topbaran dikin.
Li dijî gundê Dêr Cemal ê kantona Şehbayê û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa êriş hebûn.
Li Til Rifetê jî gundên Samoqa, Til Medîq û bendava Şehbayê di hedefa dagirkeran de bû.
Ji berê êrişan gelek zirar li mal û milkên welatiyan bû.