KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN SIKÊNIYÊ SPARTIN AXÊ
Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxê êrişî nexweşxaneya gundê Sikêniya Şengalê kir.
4 jê şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadun bi nasnav Qîran Sîba, Xidir Şeref bi nasnav Pîr Xidir, Ramî El Salim bi nasnav Ronî û Meytem Xidir Xelef bi nasnav Serhed Zemar,
Û xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlise Sîdar şehîd bûn.
Ji bo şehîdan li Şengalê merasîmeke girsehî hat lidar xistin.
Piştî cenazeyan ji nexweşxaneyê wergirtin xelkê şengalê bi konvoyeke wesayitan berê xwe dan goristananê.
Tevhiya şehîdan li ser daxwaza malbatên wan, li goristanên taybet ên Şengalê hatin oxirkirin.
Li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasimeke leşkerî pêk hat.