ÊRIŞÊN LI DIJÎ XWEZAYÊ
ESKERÊN TIRK NAHÊLIN GEL ŞEWATA DERDORA GUNDÊ NÊRKOLÊ VEMIRÎNIN
Ev bi rojan e daristanên kurdistanê dişewitin û eskerên dagirker nahêlin kes şewatê vemirnîne.
17’ê Tebaxê li derdora gundê Nêrkolê, yê nêzî çiyayê Goman ê Şemzînanê şewat derket û berbelav dibe.
Sazî û rêxistinan li ser medya dijîtal banga vemirandina şewatê li saziyên pêwendîdar kirin.
Di heman rojê de li qûntarên çiyayê Cûdî ku dikeve herêma Girêhirmo ya Şirnexê jî, şewat derket.
Leşkerên tirk rê nedan kes şewatê vemirinê, şewat bi xwe xwe vemirî.