Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kurd û dostên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê li gelek navendên Ewrûpayê daketin qadan

 

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ
KURD Û DOSTÊN XWE LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ DAKETIN QADAN

Kurdistaniyên li bajarê Cenevre Swîsreyê jî ji bo azadiya Rêber Apo ji 25’ê Çile ve,li ber Ofîsa Netweyên Yekbûyî, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakî her roja çarşemê pêk tê.

Di çalakiya vê hefteyê de êrişên li ser Şengalê hate şermezarkirin û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewrupayê hat protestokirin.

Navendeke din a çalakiyên protestoyî bajarê Basel bu.

Di axaftinan de hat gotin ku ji bo xwedîlêderketina destkeftiyên Şengalê em ê li qadan bin.

Êrişên 16-17’ê Tebaxê yên li ser Şengalê li paytexta Îngilîstanan Londonê jî hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên xwe li gelek navendên Elmanyayê jî li qadan bun.

Bi taybet jî li bajarê Brêmen,Hannover, Oldenburg, Hambûrg û Weselê.

Di axaftinan de hevkariya PDK û Bexda, ya bi dewleta Tirk re hat bi bîrxistin û hat gotin;

Gelê kurd wê xwedî li Şengalê derkevin û xweseriya şengalê misuger bikin..

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li pêşiya sefaretxaneya dewleta Tirk êriş hate protestokirin.

Çalakiyên protestoyî li paytexta Fransa Parîsê, bajarê Bordeaûx û Marsilyayê jî pêk hatin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv