LI CIZÎRÊ XEBATÊN XIRAKIRINÊ
DEDAŞ ZIRARÊ DIDE MALÊN WELATIYAN
Li taxa Dagkapi ya girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama xebatên Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê de zirar gihîşt malên şêniyan.
DEDAŞ’a ku bi Şaredariya Cizîrê re ya dagirkirî re protokol îmze kirî, li taxa Dagkapi kolana Çîçekê, bi armanca kişandina xeta ceyranê erd kola.
Dîwarên xaniyên welatiyan ji ber kolandinan derizîn û xetereya hilweşînê rû bi rû ne.
Şeniyên taxê ji vê xebatê DEDAŞ’ê bi hêrs in.
Ligel vê jî xebata DEDAŞ’ê ya di kolanên taxê de, bênavber dewam dike.