ZEXTÊN LI SER GIRTIYÊN AZADIYÊ
LI ZÎNDANA DÎLOKÊ AV LI SER GIRTIYAN QUT KIRINE
Girtiyên azadiyê li zîndanên dewleta TIrk herî dawî çalakiya xwe ya bi dorvegerî ya greva birçîbûnê derxistibûn 15 rojan.
Zext û êrişên li ser girtiyan jî zêde bûn.
Ji zîndana Dîlokê Tîpa L Sevînç Selçûk bi rêya malbata xwe agahî dan.
Dayîka wê Muzeyen Selçûk diyar kir, ku dema keça wê hatiye girtin ew tazî kirine û 20 rojan di hucreya yek kesî de ragirtine.
Her wiha mehekê qedexeya hevdîtinan lê birîne.
Muzeyen Selçûk diyar kir, ku heta niha wan nekariye hevdîtineke vekirî bikin û wiha got:
Tenê bi rêya telefonê an jî hevdîtina girtî em pêk tînin.
Di hevdîtina dawî de agahî da min, ku 2 hefte ne av li ser wan hatiye qutkirin, ji ber vê yekê nikarin pêdiviyên xwe bînin cih.
Her wiha keça min û hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne.
Keça min got, şekir, xwê û lîmonê jî nadin me.