LI AMEDÊ ROJANE 2 HEZAR KES BI NEXWEŞIYÊ DIKEVIN
JI BER BÊTEDBÎRIYÊ HEJMARA NEXWEŞÊN CORONA ZÊDE DIBE
Li Amedê her ku diçe hejmara kesên ku bi şewba Koronayê dikevin pir zêde dibe.
Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya BIjîşkên Tirk dr. Halîs Yerlîkaya, têkildarî mijarê ji ajansa Mezopotamya re axivî.
Dr. Halîs Yerlîkaya da zanîn ku kesên divê li nexweşxaneyê bên razandin, nexweşxane wan dişînin malê.
Yerlîkaya, destnîşan kir ku heya niha Amed û herêm bi rewşeke wisa xerab re rû bi rû nemabû û got:
“Em rojê 2 hezar kesên bi nexweşiyê ketine tespît dikin û ev hejmar her diçe zêde dibe.
Li Amedê beşên awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne.
Li nexweşxane ji ber hêjmara zêde ya nexweşa tijî bûne.
Di rojekê de 14-15 nexweş jiyana xwe ji dest didin. Xebatên fîlyasyonê baş nayên kirin.”
Yerlîkaya, destnîşan kir ku îqtidar ji bo pêşî li nexweşiyê bigre tedbîran nagre û got:
“Beriya her tiştî divê civak, neserketîbûna îqtidarê ya di vî warî de bibîne.
Yan na, heger gotinên ku civakê tawanbar dikin bidomin, dê bedêlên vê yekê giran bin û em ê hîn bêtir bimirin.”