KOMKUJIYA KONYAYÊ
3 KESÊN LI WANÊ KOMKUJÎ PROTESTO KIRIBÛN HATIN GIRTIN
Li Wanê li ser banga 4 partî û gelek rêxistinên civakî 31’ê Tîrmehê bi hezaran kesî komkujiya nijadperestan li Konyayê kirî protesto kiribûn.
Polîsên dewleta TIrk êrişî çalakiyê kiribûn û 10 kes kiribûn binçavan.
Ji 10 kesan 4 kes bi kontrola edlî hatibûn berdan û 6 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.
Ji kesên binçavkirî, Rojhat Dûman, Dilovan Dûrû, Nûrûllah Pekbay ji ber ku komkujiya konyayê protesto kirine hatin girtin.
LI KURDISTANÊ TERORA GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ
LI NAVÇEYA ŞIRNEXÊ HEZEXÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li aliyê din serê sibê polîsên dewleta Tirk li taxa Atakentê ya navçeya Şirnexê Hezexê bi ser malên Kurdan de girtin.
Di serdegirtinan de kesên bi navê Osman Şakar û Metîn Demîr hatin binçavkirin.