Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Li çiyayên Kurdistanê ‘Dema Azadiyê Ye’

 

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ “DEMA AZADIYÊ YE”
GERÎLA BI SEDAN ÇALAKIYÊN LI DARXISTÎ BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛ

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi pêngavên şoreşgerî yên leşkerî, ji 17’ê Îlona 2020’an ve cihê xwe di Pêngava Dem Dema Azadiyê ye de digirin.

Wê rojê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi vê peyamê beşdariya xwe ya li pêngava KCK-KJK’ê, ragihand.

“Em ê weke hêzên gerîla û tevahiya hêzên xweparastinê, ji bo Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, bi rola pêşengiyê rabin”

Ji wê rojê ve, gerîlayên HPG û YJA-Starê bi awayekî aktîf dest bi çalakiyan kirin.

Bi taybetî piştî ku 23’yê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastina Medyayê dest bi êrişan kir, çalakiyên gerîla derketin asta herî jor.

HPG’ê destpêka salê eşkere kir, ku di sala 2020’an de gerîlayan 397 çalakî li dijî dewleta Tirk lidarxistine.

Di çalakiyan de zêdetirî hezar eskerên Tirk hatin kuştin.

Ji xwe 23’yê Nîsanê dewleta Tirk piştî ku dest bi êrişa li dijî Zap, Metîna û Avaşînê kir, çalakiyên gerîlayan ên bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye qat bi qat li gorî sala berê zêdetir bûn.

HPG’ê bi bîlançoyan encamên çalakiyên gerîlayan ên ji 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tebaxê eşkere kirin.

Gerîlayên HPG yên di tevahiya sala 2020’an de 397 çalakî li darxistibûn, lê tenê di 4 mehên sala 2021ê de thejmara çalakiyan derket 458’an.

Di van çalakiyan de bi giştî 579 leşkerên tirk hatin kuştin.

Her wiha bi dehan eskerên Tirk jî birîndar bûn.

Piştî gerîla beşdariya xwe ya li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ragihand, yek ji rêbazên çalakiyan a herî zêde derket pêş çalakiyên hewayî bûn.

Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal hem li Başûr hem jî li Bakurê Kurdistanê gelek çalakiyên bi bandor li darxistin.

Çalakiyên herî zêde deng vedan jî çalakiyên li dijî baregehên hewayî yên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv