TÊKOŞÎNA JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ
JI 7 HETA 11’Ê ÎLONÊ 11 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
7’ê Îlonê şervanan li navçeya Efrînê Şêrayê li dijî baregeheke artêşa Tirk û çeteyên wê operasyonek kirin.
Dîmenê li ser ekranên we jî yê vê çalakiyê ye.
Di encamê de 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn.
Her wiha wesaîteke çeka doçka li ser û motorek hatin rûxandin..
Hin alavên eskerî jî hatin desteserkirin.
9’ê Îlonê jî şervanan li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê li dijî çeteyan çalakî kir.
Li vir jî 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
10’ê Îlonê jî li gundê Kil Cibrîn ya Ezazê di encama çalakiyek taybet de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Şiyar Denîz û bersivdayîna kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk kirine.