Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera şehadeta pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê Mehmet Xeyrî Durmuş e

 

MEHMET XEYRÎ DURMUŞ
ÎRO SALVEGERA ŞEHADETA PÊŞENGÊ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ YE

Mehmet Xeyrî Durmuş, di sala 1955 ‘an de li gundê Qumikê yê Çewlikê hatiyê dinê.

Heta lîseyê li Çewlikê dixwîne.

Piştre, Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqerê qezenc dike.

Xeyrî Durmuş ji despêka jiyana xwe ve xwedî lêger û xeyalên mezin bû.

Dema diçe Zanîngehê dikeve bin bandora fikrên şoreşgerî.

Di zanîngehê de jî pêwendiya Xeyrî ya li hemberî têkoşîna azadîya gelan, her ku diçe mezintir dibe.

Di van salan de, li ser rastiya Marksizm, Lenînîzim dikeve nav lêkolînê.

Di dawiya sala 1975’an de koma Apo’yî nas dike.

Ev koma Apo’yî ku bi çend kesan destpê dike, paşê veduguhurê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê .

Xeyrî Durmuş, di 1977’an de dest ji zanîngehê berdide û wek şoreşgerêkî tevdigere.

Li Çewlik, Amed, Mêrdin û Rihayê di xebatên rêxistinkirina gel de cih digire.

Pêşengê Tevgera Azadiyê Mehmet Xeyrî Durmuş tevlî 1. kongreya damezrandina PKK’ê ya 27ê Mijdara 1978’an bû.

Di çêkirina rêziknameya PKK’ê de jî rolek giring lîst.

Di 30’ê Tîrmeha 1979’an de bi çalakiya Sêweregê navê Partiya Karkerên Kurdistanê li hemû cîhanê hatibû îlankirin..

Di heman salê de Xeyrî Durmuş, Mazlum Doğan, Kemal Pir, Sakine Cansız û Mustafa Karasu gelek qadro,welatparêz û bi hezaran kes hatin girtin,

Ev kes bi awayekî ku di dîroka mirovahiyê de kêm hatibe dîtin, li wan zext, zilm û êşkence hat kirin.

Wan şoreşgeran bi awayekî aktîf li dijî zilm û êşkence dest bi berxwedanêk bê hempa kirin.

Sekn û berxwedana bi rûmet a şoreşgran a li dijî her cûre êşkenceyê di nava gel de veguherî destanekê..

Ev rewş ji darbeya faşîst a 12’ê Îlonê heta rojiya mirinê ya sala 1982’an bi vî rengî dewam kir..

Xeyrî Durmuş, li dijî zilm û zordestiyê, berxwedana 14’ê tîrmehê da destpêkirin.

Di roja 61’emîn de ango 12’ê îlonê tevlî kervawên şehidên şoreşê dibe.

Beriya jiyana xwe ji dest bide, Xeyrî ev wesyet kir;

“Beriya bêm girtin û piştî ku hatim girtin, min erkên xwe yên partiyê tam bi cih ne anîn.

“Bila li ser gora min binivîsin, deyindarê gelê xwe ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv