PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI HERÊMA AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên dawî têkildarî çalakiyên gerîla eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de têkildarî pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî hatin dayîn.
11’ê Îlonê hêzên YJA-Starê li dijî çeperekî artêşa Tirk a ku bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êriş dibir ser qada Berxwedanê ya Werxelê çalakî kirin.
Di encama de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn.
Her wiha çeper tevî madeyên kîmyewî bi temamî hate îmhakirin.
Gerîlayan ev çalakî ji bo silavkirina lehengên Werxelê û Girê Sor li dijî dagirekan li berxwe didin pêk anî.
PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA CENGA XABÛRÊ
HPG: LI HERÊMA METÎNA 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Têkildarî çalakiyên gerîlayan bi pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê pêk anîn jî navendê ev agahî dan.
12’ê Îlonê gerîlayan dagirkerên li derdora girê Koordîneyê rê çêdikirin xistin kontrola xwe.
Paşê ji du baskan ve li wan dan.
Di vê çalakiya koordîneyî de baskê destpêkê ji nêz ve li dagirkeran xist û 3 dagirker ceza kirin
Baskê duyemîn jî li dijî eskerên xwestin dest li qada çalakiyê werdin dan û bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandinê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî parvekirin.
10’ê Îlonê artêşa Tirk bi şev bi çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û xwest bi pêş de biçe.
Ji cihekî nêz ve şerekî giran qewimî û dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.
12’ê Îlonê jî dagirkeran li qada berxwedanê ya Werxelê teqemenî bi cih kirin
Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hatin bêbandorkirin.
10, 11 û 12 Îlonê jî qada Deşta Kafya ya herêma Garê..
Qada Stûnê ya Avaşînê..
Girê şehîd Întîkam, geliyê Basya, Dola Bizina, Girê Qartal..
Gundê Şiyê yê nehiya Dînarte ya navçeya Akrê..
Qada Kurojahro ya herêma Zapê qada Kurojahro û qada Werxelê ya Avaşînê bi balafirên şer hatin bombekirin.