LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
LI BAŞÛR Û ÎNGILÎSTANÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ HAT PROTESTO KIRIN
Ji 23’ê Nîsanê ve artêşa tirk li başûrê welat tevgereke berfireh ya dagirkeriyê dabu dest pê kirin.
Li dijî vê tevgera dagirkeriyê, hema bêje rojane gêrîlayên HPG’ê û YJA-Starê Operasyon li dardixin..
Artêşa ku li hemberî berxwedana gerîla têkçûye, dest bi bikaranîna Çekên kîmyawî û Qedexekirî kirin.
Li dijî bêdengiya raya giştî û sûcên dewleta Tirk, kurdistanî li welat û derveyî welat çalakiyan li dar dixin.
Xelkê binarê Qendîlê jî çalakiyek pêk anîn.
Herwiha çalakgeran bang li har çar aliyên Kurdistanê û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku erka xwe yên exlaqî û yasayî pêk bînin û pêşî li van kiryarên li dijî mirovahiyê bigirin.
Ne tenê li başûrê welat, li paytexta ÎngIîstan Londonê jî çalakî hebu.
Meclîsa Gelê Kurd û Însiyatîfa Jinên Kurd pêşengî jî çalkiyê re kirin.
Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya parlementoya Brîtanyayê hatin ba hev û bikaranîna çekên kîmyawî a ji aliyê dewleta Tirk protesto kirin.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd Elîf Xeyal axivî û got; Îngîlîstan bi bêdengiya xwe ya li ber êrîşan dibe hevkar.
Di çalakiyê de Parlemeterên Partiya Kerker Chrîs Stephens û Lloyd Rûssel axivîn diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike