Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Artêşa Tirk xwe ji gelek qadên Avaşînê vekişand’

 

ENCAMA BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA LI GIRÊ QERTEL
HPG: ARTÊŞA TIRK XWE JI GELEK QADÊN AVAŞÎNÊ VEKIŞAND

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya dawî de agahiyeke girîng parve kir.

Agahî wiha bû:

Artêşa Tirk a 21’ê Cotmehê li dijî Girê Qertel, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Elî û Girê Şehîd Dîrên ên Avaşînê tevgera dagirkeriyê dabû destpêkirin, 29’ê Cotmehê ji van qadan vekişiya.

9 rojan şerekî giran li van qadan qewimî.

Hê jî agahiyên berfireh têkildarî hin çalakiyên gerîla nehatine bidestxistin.

HPG’ê ragihandibû, ku 22’yê Cotmehê tevî artêşa Tirk li Girê Qertel çekên kîmyewî bi kar anîbûn jî gerîla derbên giran lê dane.

Gerîlayan hê roja pêşî ya tevgera dagirkeriyê dehê caran li dagirkeran dabûn.

Di encama çalakiyan de tenê 22’yê Cotmehê 3 dagirker hatibûn kuştin û gelek dagirker jî birîndar bûbûn.

27’ê Cotmehê jî li Girê Şehîd Dîren dagirkerek hatibû kuştin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku di nava 9 rojan de artêşa Tirk li van qadên berxwedanê li dijî tunelên şer ên gerîla bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar anîn.

Bi balafirên şer, helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor ev qadên bi ser Avaşînê ve bombe kirin.

Tevî bikaranîna ewçendî teknîka şer, bi sedan dagirker û çekên kîmyewî jî artêşa Tirk nekarî bi pêş keve.

Û di encama berxwedana dîrokî ya gerîla de 29’ê Cotmehê ji qadên ku berê xwe dabû wan vekişiya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv