Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Hêzên gerîla ketin çeperan û rûxandin, 6 dagirker hatin cezakirin’

 

LI HEFTANÎNÊ OPERASYONA ŞOREŞGERÎ
HPG: HÊZÊN GERÎLA KETIN ÇEPERAN Û RÛXANDIN, 6 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke berfireh, encamên çalakiyên dawî yên hêzên gerîla yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker eşkere kirin.

Hêzên gerîla li herêma Heftanînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê operasyoneke şoreşgerî li darxistin.

Agahiyên berfireh têkildarî çalakiya gerîla wiha ne:

30’ê Cotmehê hêzên gerîla dor li dagirkerên li qada Keşanê girtin.

Û ji du milan ve nêzî çeperên wan bûn.

Milê pêşî 3 çeper kirin hedef û her sê jî tevî dagirkerên tê de hatin rûxandin.

Milê duyemîn jî konên dagirkeran kirin hedef.

Bê çawa çalakiya gerîla destpêkirin, dagirkeran dev ji gir berdan û reviyan.

Hêzên gerîla çeperekeke hawanê û hawaneke 60 milîm, çepera biksî tevî çeka wê, çepera çavdêriyê û du konên kelûpelên eskerî tê de rûxandin û îmha kirin.

Gerîlayên di milê pêşî yê çalakiyê de çûn ser cenazeyên du dagirkeran û sîleheke bombeavêj rakirin.

Gerîlayên di milê duyemîn de jî çûn ser cenazeyên 4 dagirkeran û 3 sîlehên ferdî rakirin.

HPG’ê ragihand, ku di dema vekişînê de hevrêyekî wan birîndar bûye û got, hêzên me dema xwestin hevrêyê me bi saxî ji qadê derxînin bi dagirkeran re ketin şerekî giran.

Wê encamên vî şerî paşê werin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di encama vê operasyona şoreşgerî de hejmara kuştiyên artêşa Tirk ji 6 eskeran zêdetir e.

LI XAKURKÊ ÇALAKÎ
HPG: DI ÇALAKIYAN DE 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

HPG’ê ragihand, ku hêzên gerîla 30’ê Cotmehê jî li herêma Xakurkê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn û ev agahî dan:

Gerîlayan li dora gundê Dayîlan ê di navbera Girê Lêlkan û Girê Kevortê de avêtin ser çeperên dagirkeran.

Hêzên gerîla ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dan.

Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

HPG’ê ragihand, ku piştî vê çalakiyê artêşa Tirk û hêzên PDK’ê li herêmê tevgereke hevpar a êrişê dane destpêkirin û roja din jî bêencam bi dawî kirine.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir, ku 31’ê Cotmehê hêzên YJA-Starê jî dîsa li herêma Xakurkê bi Pêngava “Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin û civaka azad e” rabûne.

Li gorî daxuyaniyê, 31’ê Cotmehê gerîlayên jin dagirkerên li dora Girê Koordîne kirine hedef.

Ev çalakî ji du milan ve bi awayekî koordînekirî hatiye lidarxistin.

Milê pêşî quleya çavdêriyê ya 2 dagirker tê de kir hedef.

Milê duyemîn jî du sîstemên kameraya mobesse, sîstemeke ronîkirinê, paneleke rojê û projektorek kirine hedef.

Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatine cezakirin, quleya çavdêriyê hatiye rûxandin, sîstemên kamera, panela rojê û projektorek hatine îmhakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv