Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E banga beşdariya çalakiya li Den Haag’ê kir

 

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCDK-E BANGA ÇALAKIYA LI DEN HAAGÊ KIR

Dewleta tirk a qirker di şerê li herema Metîna, Avaşîn û Zapê de çekên kimyewî bi kar tîne.

Li gorî qanûnên Navnetewî asta şer çi dibe bila bibe ti dewlet nikare van çekan bikar bîne.

Bikaranîna wan dikeve çarçova sûçê şer.

Lê heta niha ti saziyeke navnetewî, ji bo lêkolînê heyetek neşandiye heremê.

Li dijî çekên kimyewî kurdistaniyên li bajarê Hollandayê Den Haagê 3’ê Mijdarê dadikevin qadan.

Rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî bi daxuyaniyekê banga çalakiyê kir.

Diwana hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biçe li wan deran lêkolînan bike, wê meşek were lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de got;

Artêşa tirk a qirker li herêmên parastinê yên Medyayê hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û sûcê şer dike.

Her wiha dewleta tirk li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê gelek caran bombeyên kîmyewî bi kar anîne û di van êrişan de bi dehan gerîla şehîd bûne.

Dewleta tirk ne tenê li dijî qadên gerîla, di heman demê de li cih û warên sivîlan jî bomberdûman kiriye û polîtîkaya valakirina gundan xistiye dewrê.

Li gel hemû belgeyan jî NY, YE, konseya Ewropayê û OPCW dengê xwe dernaxin.

Lêkolîna li qadên ku gazên jehrî lê hatine bikaranîn û tevdîra li pêşiya vî tiştî peywirên OPCW’ê ne.

Divê OPCW nehêle ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar bîne.

Bi vê wesîleyê em bang li kurd û dostên wan dikin seat 3yê mijdarê saet13:00 li pêşiya avahiya OPCW kom bibin.

HOLLANDA/DEN HAAG
Cih:Li ber avahiya OPCW
Dem: 3 mijdar, saet 13:00

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv