LI BAGOKÊ TEVGERA LEŞKERÎ YA ÊRIŞÊ
ARTÊŞA TIRK TEVGEREKE BERFIREH DA DESTPÊKIRIN
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê serê sibê agahiya tevgereke leşkerî hat.
Artêşa Tirk li çiyayê Bagokê dest bi tevgereke êrişê kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku di vê tevgerê de gelek helîkopter û wesaîtên zirxî jî cih digirin.
Li gorî agahiyan helîkopterên artêşa Tirk ji baregeha wê ya Midyadê rabûne û berê xwe dane Bagokê.