Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Shavanah Taj: Kes nikare azadiya Ocalan asteng bike.

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
SHAVANAH TAJ: KES NIKARE AZADIYA OCALAN ASTENG BIKE

Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê ku bi milyonan endamên xwe heye, ji bo azadiya Rêber Apo dixebite.

Yekitiya Sendîkayan di asta cîhanî de kampanyaya “Dem Hatiye ji Ocalan re Azadî” jî bi rê ve dibe.

Ji bo kampanyayê bi dehan çalakî organîze kirine û hîn jî xebatên xwe didomîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye di azadiya Nelson Mandela de pareke mezin a sendîkayên brîtanî heye.

Yek ji hevparên vê yekitiyê jî Konfederasyona Sendîkayên Galan TUC e.

Konfederasyona Sendîkayên Galan li Tirkiyê destekê dide têkoşîna karkeran jî.

Sekretera Giştî ya TUC’ê Shavanah Taj (Şavana Taj) yek ji wan kesayetan e ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe.

Shavana Taj di bernameya Avrupa Gundemî de bersiv da pirsên Erem Kansoy.

Taj bi bîr xist ku beriya salekê serdana Tirkiyê kiriye û wiha axivî:

Rewşa li Tirkiyê her diçe xerabtir dibe, maf û azadî tên binpêkirin.

Ji ber ku ev demeke dirêj e bi Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin, ev rewş fikarên me mezintir dike.

Taj der barê çareseriya doza kurdî de jî nêrînên xwe wiha tîne ziman:

Ji bo çaerseriya doza kurdî azadiya Ocalan şert e.

Em yeqîn dikin ku Ocalan wê bi awayê herî adilane gavên ku aştiyê pêk bîne, bavêje.

Em ê di her platformê de fikarên xwe bînin ziman.

Ji bo azadiya Ocalan û ewlekariya gelê Kurd jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv