ENDAMÊ CPT OSMAN MELE KAMRAN:
DEWLETA TIRK BI TAYBETÎ ÊRIŞÎ HERÊMÊN SIVÎL DIKE
Bi moderastoriya nûnerê Skoçyayê yê Sendîkaya Union a Brîtanyayê Stephen Smelilie Koalîsyona Şerî Rawestîne STCW’ê civîneke onlîne li dar xist.
Endama koalîsyonê Lindsey German, endamê CPT yê başûrê Kurdistanê Osman Mele Kamaran, edîtorê rojnameya Morngîng Star ê brîtanî Steve Sweeney jî di nav de, gelek kes beşdarî civînê bûn.
Di civînê de êrişên dagirkeriya tirk li ser axa başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa wê ve mijarên sereke bûn.
Osman Mele Kamaran destnîşan kir ku dewleta tirk bi taybetî herêmên sivîlan bombe dike û wiha axivî:
Dewleta tirk ji salên 1980’yî ve êrişên dagirkeriyê li ser vê axê didomîne.
Di vî şerî de ew PKK’ê dike bihane û êrişî herêmên sivîl dike.
Bi taybetî jî piştî 2015’an ev êriş zêdetir bûne û ji wê demê ve ye me belge kirine ku 109 sivîl ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin.
Zêdetirî 120 sivîl jî birîndar bûne.
Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê ye.
Dewleta tirk dixwaze xelkê vê herêmê ji van deran koç bike.
Ji ber êrişên wê 648 gund li ber valakirinê ne. Li van gundan bi tenê çend malbat mane.
Hikûmeta herêma federe jî alîkariyê nade mexdûrên êrişên dewleta tirk.
Di qeydên mirina wan de piranî dibêjin ji ber sekteya dil û nexweşînê mirine. Lê di rastiyê de ji ber bomberdûmana dewleta tirk jiyana xwe ji dest dane.