Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji rêber Apo 3 qonax û 10 rêgezên çareseriyê : “Ez ji xwe bawer im, proses bi ser keve em ê hemû azad bibin”.

 

JI RÊBER APO 3 QONAX Û 10 RÊGEZÊN ÇARESERIYÊ
“EZ JI XWE BAWER IM, PROSES BI SER KEVE EM Ê HEMÛ AZAD BIBIN”

Rêber Apo 23 sal in di pergala tecrîdê ya Îmraliyê de tê ragirtin.

Ji 25’ê adara 2021’ê ve jî bi ti awayî agahiyek jê nayê wergirtin.

Li dijî vê rewşa xeternak herî dawîn Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî rapora xwe ya der barê tecrîdê ya sala 2021’ê de eşkere kir.

Di raporê de îşaret bi rol û rista Rêber Apo ya ji bo çareseriyê hat kirin.

Weke ku buroyê jî di rapora xwe de destnîşan kir Rêber Apo di 23 salên Îmraliyê de îradeya çareseriyê timî nîşan da.

Bi awayê herî berbiçav jî di Mutabaqata Dolmabahçeyê de rêya çareseriyê destnîşan kir.

Mutabaqat di 28’ê Sibata 2015’an de hat eşkerekirin. Di ser re 7 sal derbas bûn.

Di encama hevdîtinên du salan ên heyetê de mutabaqat derketibû holê.

Bes Rêber Apo di hevdîtina xwe ya yekem a bi heyeta BDP’ê re jî heman nêzîkatî nîşan dabû.

Di 3’yê çileya 2013’an de Rêber Apo bi hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata re hevdîtinek kir.

Di wê hevdîtinê de bi berfirehî li ser pêvajoya ku dixwest bide destpêkirin agahî da.

Hewldanên serdemên berê bi bîr xistin û armanca xwe bi 3 qonax û 10 rêgezan formule kir.

Rêber Apo di hevdîtinê de bal kişand ser vekişîna gerîla jî û qala girîngiya Meclisê kir.

Her vekişîn ne wekî hev in. Ev vekişîn wê yekalî nebe.

Vekişîn, dê bi biryara parlamentoyê bibe.

Bi gotina serokwezîr a ‘bila vekişin, em dest nadin wan’ ev kar pêk nayê.

Divê meclis erê bike û bi komîsyona vekişînê çêbibe.

Ewil wê komîsyon bên avakirin. Wê Komîsyona Heqîqetê jê were avakirin.

Ev komîsyon dê di bin venêrîna Mirovên Aqilmend de be.

Vekişîn dê hingê destpê bike û xelk jî vegerin gundên xwe.

Ne xwe, em ê dest bi vekişînê nekin.

Ez tev li nêrîna ‘heke em xwe vekişînin dê gerîla tune bibe’ nabim.

Li qadên ku me xwe jê vekişandiye, emê gerîla mezintir bikin.

Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar û li Îranê jî çil hezar hene.

Rêber Apo dibêje ku heke pêngava wan a çareseriyê bi ser keve, wê azadî pêk bê û vê nirxandinê dike:

Ne hepsa malê û ne jî efû, wê hewcehî bi van tiştan nemîne.

Hemû kes, emê giş azad bibin. Vê yekê bizanin ku, wê ev pêngav komployê pûç bike.

Ez vê komployê derbas dikim. Heke ez bi ser kevim, wê ne girtiyekî KCK’yî û ne jî girtiyên din bimînin.

Heke ev nebe jî, dê bi beşdariya 50 hezar kesan şerê gel dest pê bike.

Lê divê her kes baş bizane ku em ê ne wekî berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin.

Ez bi xwe bawer im. Aştiyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk wê bi pêşkevin.

Hêvîdar im AKP me xelet fêm neke. An na, dê rê li ber felaketê veke.

Tevî vê yekê jî heke AKP dîktatoriyê li ser me ferz bike, wê demê em ê qebûl nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv