MITÎNGA “BANGA DEMOKRASIYÊ”
LI ANTALYAYÊ BI BEŞDARIYA HEZARAN KESÎ PÊK HAT
Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê li Antalyayê mintîga “Banga Demokrasiyê” li dar xist.
Ji Heft hata heftê salî bi hezaran kes serî sibê berê xwe dan qada Kepez Kent.
Jin bi cil û bergê xwe yên kurdî tevlî mitîngê bûn.
Pêşî Hunermend derketin ser dikê û bi stranên xwe coşa gel zêde kirin.
Paşê hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û bi spasiya beşdaran dest bi axaftinê kir.
Sancar bi berferihî behsa êrişên li dijî HDP’ê kir û wiha got:
Vaye gel li vir e. Vaye HDP li vir e. Vaye evîndarên azadiyê li vir in. Ji bo qirkirina siyasî çi ji destê wan hat kirin. Her rê û rêbazî ceribandin lê bi ser neketin. Gel xwedî li îradeya xwe û rûmeta xwe derdikeve. Ev gel serê xwe natewîne û çong danayne.
Mîthat Sancar bal kişand ser deklerasyona HDP’ê jî..
Em ê aştiyê bînin vî welatî,bi vê deklerasyonê em ê qiz û talankeran têk bibin.
Sancar Polîtikayên AKP-MHP’ê jî bibîrxist.
Bi hezaran havalên mê girtin, bi polîtkayên qirêj gelê me dixwazin bixin riyekî din lê dîsa em li ser piyanin.