BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ
LI GELEK BAJARÊN EWRUPAYÊ MERASÎMÊN BÎRANÎNÊ HATIN LIDAR XISTIN
Li bajarê Koln ê Elmanya, şehîdan meha Cotmehê, merasîmek hatin bîranîn..
Merasîm bi pêşengiya tevgerên jinana li Mala Kurdan pêk hat.
Parlamenterê HDP’ê yê berê Lezgîn Botan di bîranînê de axivî.
Nûnera Komeleya Malbatên Şehîdan a Şengê Kahraman jî di bîranînê de axivî û got;
“Bêrîtan bi rojan şer kir û li ber xwe da. Vê berxwedanê îradeya dijmin û îxanetê şikand.”
Li du bajarên din ê Elmanyayê Monchengladbachê û Aachenê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Evder jî bajarê Darmstadtê (Darmştad) ê Elmanyayê ye.
Li vêderê jî ji bo gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat bi nasnav Kendal Azad Botan, ku di meha Îlonê de li Herekolê şehîd bûbû merasîmek hat lidar xistin.
Di şexsê Mazlûm Mat de hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.
BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ
ŞEHÎD BÊRÎTAN LI HELSÎNKIYÊ HAT BIBÎRANÎN
Bîranîneke din jî li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê pêk hat.
Bi munasebeta salvegera 29’an şehîd Bêrîtan şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Merasîm bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan li Komeleya Kurd hat lidar xistin.
Di merasîmê de Têkildarî xebat û têkoşîna şehîdan de axaftin hatin kirin.
Kurdên li herêma Krasnadorê ya Rûsyayê jî ji bo Şehîd Bêrîtan merasîmek lidar xistin.
Li paytexta Fransa Parîsê jî, ji bo şehîdên meha Cotmehê merasîm hat lidar xistin.
Merasîm bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê pêk hat.
Bi heman armancê li bajarên Marsîlya û Montpellîer yê Fransayê jî, merasîm pêk hatin.
Merasîm bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Komuna Jinan a Delal Amed ve hat lidar xistin.
Di merasîman de têkildarî kurtejiyana şehîdan de sînevîzyon hatin pêşandan.
Yekitiya Jinên Ciwan ên bajar û gundewarên Minbicê jî bi daxuyaniyekê şehîd Bêrîtan bibîranîn.