Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona PAJK’ê: ‘Şerê gel ê şoreşgerî ber bi serketinê ve dimeşe’

 

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê:
ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞE

Koordînasyona partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş Bêrîtan li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi xeta şehîd Bêrîtan kir ku îro jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîla pê şer dikin:

Em ê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de ber bi serkeftina misoger ve bimeşîn.

Divê gel, li gel gerîla li gorî şertên şer bê amadekirin û jiyaneke li gorî vê bê rêxistinkirin.

PAJK’ê îşaret bi çalakiyên ji bo xwedîderdetina li Rêber Apo kir û destnîşan kir ku jin bi ruhekî fedayî li dora Rêber Apo bûne xelek.

Îro tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê birêvebirin.

Ji bo pergala tecrîdê were şikandin li zindanan, li welat û derveyî welat berxwedan bipêş ket.

Heke em di sala nû ya van pêngavan de bi xurtî têbikoşin, em dikarin pergala rehîne ya Îmraliyê jî perçe bikin, lîstikên komployê vala derxin.

PAJK’ê destnîşan kir ku rejîma faşîst a tirk bi saya berxwedanê hatiye ber hilweşînê, lewaz bûye û got.

Em têkoşîneke mafdar dimeşînin û em ê teqez ser kevin.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê BÊRÎTAN BI BÎR ANÎ:
HEVRÊ BÊRÎTAN RÊYA LI DIJÎ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ JÎ NÎŞAN DAYE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

KJK’ê di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û soza bilindkirina têkoşînê nûkir.

KJK’ê destnîşan kir ku wê bi berxwedana domdar û bi israr teqez armanca şehîdan jî were cih:

Misogeriya hebûna azadiyê, azadiya jinê û civakê bi azadiya Rêber Apo pêkan e.

Erka me ya rûmetê ye, armancên şehîdên xwe ku nirxên me yên herî mezin e pêk bînin.

Di serî de jinên li dijî sîstema qirker, em bang li her kesên dilxwazên azadiyê dikin ku li dora Rêbertî bicivin.

Li çiyayên azad tevlî nava refên gerîla bibin, bibin milîtanên xeta Bêrîtan.

Em bang li her kes û tevgerên demokratîk ku tevlî avakirina civaka azad, mirovên azad, jina azad ku bi pêşengiya jinan li Kurdistanê pêk tê, bibin.

FERMANDARIYA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ:
ŞEHÎD BERÎTAN BI ŞERÊ XWE PÎVANA XWEŞIKBÛNÊ DANÎ HOLÊ

Fermandariya Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bi hezaran geerîlayên jin ji bo serkeftin û azadiyê têdikoşin.

Heval Bêrîtan pîvana şerê ji bo jiyaneke birûmet û azad, pîvana xweşkbûnê daniye holê.

Rêgezên ku Bêrîtan daniye holê îro li nav YJA-Starê bûye rêgezên jiyanê û tê domandin.

YJA-Starê têkildarî şerê li herêmê diqewime da zanîn ku artêşa li dijî gerîla têk diçe serî li rê û rêbazên qirêj dide.

Têkoşîna gerîla ya li çar aliyê çiyayên Kurdistanê didome.

Pir eşkere ye, têkoşîna gerîla rêbaza sereke ya têkbirina faşîzmê ye.

Ev rihê Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Mazlûm, Sarayan pêş ketiye îro li tevahiya cîhanê deng vedide.

Fermandariya YJA-Starê di dawî de bal kişand biryardariya gerîlayên jin û wiha got:

“Em îdîa û biryardariya xwe ya li ser avakirina jiyana azad diyar dikin, serkeftin wê ya berxwedêrên Bêrîtanî be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv