Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulnaz Karataş, Bêrîtan Hêvî: Pêşenga artêşbûyîna jinên Kurd

 

PÊŞENGA ARTÊŞBÛYÎNA JINÊN KURD
BÛ XETA TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊN KURD

Şoreşgera jin di Adara 1971’ê de li Çewligê ji dayîk bû.

Di 8 saliya xwe de bi berxwedana şoreşgera nemir Sakîne Cansiz hesiya.

Dibistana seretayî û amadeyî li Xarpêtê xwend.

Ji bo sirûda nijadperestiya Tirk nexwîne timî bi derengî diçû dibistanê.

1989’an Fakulteya Îktîsadî ya Zanîngeha Stenbolê qezenc kir.

Di vê salê de zêdetir berê xwe da Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Li zanîngehê weke “Gulnaza Anarşîst” dihat naskirin û binavkirin.

1990’î berê xwe da Yûnanistanê û li wir perwerdeya siyasî girt.

1991’ê li Stenbolê kar û xebata di nava gel de kir.

Heman salê li Stenbolê hat girtin û li zindana Bayrampaşa ma.

Sakîne Cansiz a di 8 saliya xwe de navê wê bihîstibû, serdana wê kir.

Ji Sakîne Cansiz re got, ez ji Dersimê me.

Heman salê piştî ji zindanê derket yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

9’ê Gulana 1992’an êdî li çiyayê Cûdî gerîla bû û navê Bêrîtan li xwe kir.

25’ê Îlona 1992’an di çalakiya Rûbarokê de birîndar bû.

3’yê Cotmeha 1992’an artêşa dewleta Tirk a dagirker û hêzên noker li herêma Xakurkê dest bi êrişan kirin.

Bi fermandariya wê gerîlayên ARGK’ê nehiştin, dagirker û noker gavekê tenê jî bi pêş kevin.

25’ê Cotmehê bû.

Şerê manûnemanê bû.

Li ser zinarekî li Xakurkê…

Heta gulleya xwe dawî şer kir û teslîm nebû.

Ji mil û singa xwe birîndar bû.

Bangên teslîmbûyînê bi “Bijî Kurdistan, bijî PKK” bersivand.

Xwe ji zinêr wer kir û bû şoreşgerek nemir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv