Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘PDK û dayîkên şehîdan’

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
PDK Û DAYIKÊN ŞEHÎDAN

Emê behsa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirkî re nekin. Her kes westiya ewqas anîn ziman, lê ew hê jî di vê hevkariya xwe de bi israr in. Emê behsa astengiya PDK’ê ya li pêşiya yekîtiya neteweyî jî nekin. Êdî hêvî jê hat birîn û xebata yekîtiya neteweyî bê PDK tê meşandin. Emê behs nekin ka Parlamentoya Herêma Kurdistanê çima Rêveberiya Xweser ya Rojava, wek parlamentoya Katalanya qebûl nekir. Jixwe hêvî û bendewariyên ti kesî tinbûn jî. Ji bo jiholêrakirina vê Rêveberiya Xweser çi ji destê wan tê dikin. Hin caran jî ji bo sîstema Rojava we rûxandin bi dijmin re tev digere. Ev tev baş tên zanîn û emê van mijaran derbas bikin. Lê di van rojan de li ber Deriyê Sêmalka dîmenek heye emê behsa vî dîmenî bikin.

Li Deriyê Sêmalka li aliyekî pirê dayîkên şahîdan yên ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe yên ku ji aliyê PDK’ê ve di kemînê de şehîd bûne hene, li aliyê pira Sêmalka ya din jî cenazeyên zarokên wan û PDK’a dest dayî ser van cenazeyan hene. Piştî ku cenaze nedan, dayîkên şehîdan ji bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê li hev civiyan û li Deriyê Sêmalka yê sînorê bi başûrê Kurdistanê re dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ka emê vê helwesta PDK’ê çawa bi nav bikin? Bi salan e em dibêjin dewleta tirkî ya dagîrker dest daniye ser cenazeyên gerîlayan û nade malbatên wan. Heman dewlet carna jî cenazeyê gerîla bi kargoyan ji malbatan re dişîne. Li bakurê Kurdistanê goristanan bombebaran dike. Cihê cenazeyan diguherîne.

Me ev fehm kir, dijmin e. Dijmin divê hiqûqa şer ya mirovayiyê bin pê bike. Dijmin ji bo em bêjin; divê siyaseteke wan li hemberî cenazeyên gerîla wiha hebe. Em gilî û gazindan ji dijmin nakin. Bi tenê, helwest û siyaseta wan li hemberî cenazeyên ciwanên Kurdan em di qada navneteweyî de teşhîr dikin. Ka emê ji bo PDK’ê çi bêjin? Navekî çawa li vê bêbextiya wan bikin. Ev kiryara wan ya li hemberî gerîlayên ku ji bo azadiya welat têdikoşin û şehîd bûne, sûc e. Jixwe ev 5 gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi bêbextî hatibûn kuştin. Dema ku ew şehîd bûn Kurd hemû bi vê yekê êşiyan. Lê îro ku hûn cenazeyan nedin dayîkan ev êşa civaka Kurd wê zêdetir bibe. Bi vê israra xwe PDK dixwaze sûcê xwe yê kuştina van 5 gerîlayan veşêre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv