Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên dewleta Tirk bi daxuyaniyan hatin şermezar kirin

 

ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BI DAXUYANIYAN HATIN ŞERMEZAR KIRIN

Dewleta tirk a dagirker di nava hefteyekê de 2 caran bi balafirên bê mirov êrişê Kobanê kirin.

Li dijî van kiryarên hovane şêniyên herêmên Xweser bi daxuyaniyan êrişê şermezar kirin..

Li Tebqayê Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezar kirin, û Konseya Ewlehiyê wekî berpirsê van sûcan nîşan dan.

Bi heman armancê daxuyaniyek jî li Reqayê hate dayîn.

Çalakî ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve hat lidarxistin.

Serokê Yekitiya Karkeran Zahir El-Fekaş daxuyanî xwend û got:

Rejîma faşîst a Tirk bi êrişên xwe yên hovane hewl dide aramiya herêmên xweser têk bide.

Li Hesekê jî Meclisa Yekitiya Parêzeran a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Dewleta tirk bi van sûcan hewl dide şerê Sûriyê dirêjtir bike û aloziyên xwe yên hundirîn derxîne derve.

Partiya Sûriya Pêşerojê û Êzidiyên Efrînê jî êrişên dagirkeriya Tirk bi daxuyaniyên cuda şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin..

Li dijî êrişan nerazîbunek jî ji Şengalê hebû..

Yêkitiya Cîwanên Êzidî û Yêkîtiya Jinên Cîwan ên Êzidî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk bi tûndî şermezar kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv