Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leyla Şaylemez – Ronahî

 

 

 

Yek ji jinên di 9’ê çile de hat qetilkirin, Leyla Şaylemez bû.
Hevalên me li ser jiyan û têkoşîna wê dosyeyek amadekirine.

LEYLA ŞAYLEMEZ-RONAHÎ
EW BI GOTINA RÊBER APO “ME BI CIWANTÎ DESTPÊKIR EM Ê BI CIWANÎ BI SER BIKEVIN KETE RÊ

Min bi ciwanî dest pê kir û ez ê bi ciwanî biqedînim
Vaye dîrok şahîd e ku li seranserê cîhanê xwîna şehîdên min heye
Ma êdî kî dikare hebûna gelê min înkar bike
Ma êdî kî dikare gelê min tune bike
Heyanî ku ev destana pîroz hebe….

Leyla Şaylemez…

Ango Ronahî..

Ew bi gotina Rêber APO me bi Ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî bi ser bikevin derket rê..

1’ê Çile, sal 1989 li Mersînê hate dinê.

Malbata wê bi eslê xwe ji warê berxwedanê Amed Lîcê ye.

Ew zaroka çaremîn a Malbatê ye.

Hîn ji wê demê ve dewleta mêtinger dev ji bişaftina Kurdan ber neda.

Di 1978’an de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji cî û warên xwe dibe û berê xwe dide Mersinê.

Malbat dema ku Leyla 6 salî ye di sala 1994’an de careke din ji ber zextên dewletê koçê Ewrûpayê dike.

Leyla xwendina xwe li Elmanyayê didomîne.

Heta pola 10’an dixwîne.

Leyla Şaylemez çanda xerabûyî ya ewrupayê napejirîne û berê xwe dide nav civak û têkoşîna gelê xwe.

Di sala 1996’an de bi awayekî aktîf beşdarî nava xebatên çandî dibe, dikeve nava govendê û bi vî awayî gava xwe ya şoreşgerî ya yêkemîn diavêje.

Jiyana li ewrupayê qebûl nake û dikeve ser rêya jinên azad yanê Sakîne Cansiz’an.

Ronahî weke navê xwe ji nişka ve şewq dide jiyanê û şewqa xwe ji sibêrojan re dihêle..

Ew şervana tevgera ciwanan, endameke tekoşîna azadiye bû.

Leyla di sala 2009’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû.

Ew bû keça rojê Ronahî ….

Leyla 2010’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Lê ji ber tenduristiya xwe, bê dilê xwe careke din berê xwe dide Ewrûpa.

destê wê ji çiyayan nabe, lê ew dizane welat di dilê wê de ye.

Ronahî vê carê bi hêz û îradekeye mezin dest bi xebata xwe dike.

Dibe ku hîs kiribe beriya şehid bikeve, ji hevalê xwe re gotibu “hûnê bibinîn ewê rêwîtiya min a dawî li ser milên sed hezaran pêk were.”

Weke ku wê gotubû sedhezaran wê li ser milê xwe rakirin û radestî axa pîroz kirin.

Ji Mêrsînê heta Kurdistanê gel, hevalên rojê hembez kirin.

Leyla Şaylemez-Ronahî 9’ê Çile li paytexta Fransa Parîsê tevî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan hate qetil kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv