Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Zîndanan Rewşa Girtiyên Nexweş

 

Li Tirkiyê helbet ti xortekî kurd ti keçeke kurd zîndanên Dewleta tirk heq nake.
Mafê kurda heye doza xwe ya netewî bimeşînin. Lê li gorî qanûnên Tirk ev sûç e.
Dema mijar dibe kurd, edaleta tirk ti prensib ti huquq nasnake. Tabî ew edaleta ku hebûna kurdan nasneke çawa mafên wan nas bike?
Îro li zindanê du xortên kurd yên nexweş hene em dixwazin behsa rewşa wan ya diramatik bikin.
Du girtiyên ku qaşo li ber çavê dewletê ‘talûke’ ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din jî lingên wî
Serdal Yildirimê ji sedî 98 astengdare, Ergîn Aktaş jî her du destên wî tune. Herdu jî girtî ne, nayêne berdan.

LI ZÎNDANAN REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
GIRTIYÊ LI BER ÇAVÊ DEWLETÊ ‘TALÛKE’ YE JI SEDÎ 98 ASTENGDAR E

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan, li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Yek ji van girtiyan Serdal Yildirim li gor rapora Saziya Tiba Edlî ji sedî 98 astengdar e û bê alîkarî û bê erebokê nikare jiyana xwe didomîne.

Ew tenê ji ber beşdariya meşekê hat girtin, 12 sal ceza lê hat birîn. Ew îro li Girtîgeha Metrîsê girtiye. Li cem wî Ergîn Aktaş heye, Ew jî her du destên wî tune.

Herdu jî li gorî rapora Tipa edlî “nikarin di girtîgehê de bimînin”.

Lê belê edaleta tirk bi hinceta ku herdû jî “ji bo civakê talûke ne” wan bernade.

Dayika Serdal Yildirim, Fatma Ozdûrak dibêje: Pêdviya kurê min bi tedaviyê heye, nikare bi tena serê xwe kincên xwe jî li xwe bike. Eger wiha dewam bike bedena wî wê tev enfeksiyon bigire. Hevalî wî Ergîn jî herdu destî wî tine ne, û di ser de gava dikuxe xwîn ji devê wî tê.”

Dayik Ozdûrak bang li civakê kir ku ji bo berdana hemû girtiyên nexweş bikevin dewrê, tişta pêwîst bikin.

LI ZÎNDANAN REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
“GIRTIYÊN NEXWEŞ BI BIRYARÊN SIYASÎ NAYÊN BERDAN”

Ji aliyê din ve, Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû jî di mijara girtiyên nexweş de Saziya Tipa Edlî sucdar kir û got:

“Ev sazî bê ku rastiyan bibîne, rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dide girtiyên nexweş”.

Osman Kuçukosmanoglû bibîrxist ku li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan di du salan de 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û got:

“Tenê di vê meha dawî de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Hin ji vana nexweşînên wan ên kronîk hebûn. Ev pêkanîn veguheriye îşkenceyê.

Li gorî qanûnan, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene divê cezayên wan bên taloqkirin, lê bi biryarên siyasî nayêne berdan. Ev sûc e li hemberî mirovahiyê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv