Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Doza Komkujiya Parîsê

 

 

Der heqê doza komkujiya Parisê de, parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û got:

“Li tevahiya cîhanê û li Tirkiyê dema ku rayedar bixwazin ser tiştekî bigirin dibêjin; ‘sira dewletê ye. Niha Fransa eynî diştî dike. Ev jî nîşan dide ku Fransa hin kesên ku têkiliya wan bi vê komkujiyê re heye diparêze.”

Meral Daniş Beştaş ev pirs ji Fransayê kir: Qey hûn jî bûne neyarê kursan. Hûn çima hêzên li pey vê komkujiyê ronî nakin.”

DOZA KOMKUJIYA PARÎSÊ
MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: DEMA SIRRA DEWLETÊ BIKEVE DEWRÊ HIN KES TÊN PARASTIN

Di ser Komkujiya Parîsê re 9 sal derbas bûn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji vakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi destê tetikkêşê MÎT’a Tirk Omer Guney ve hatin qetilkirin.

Li gel ku ev komkujî li Parîsê pêk hat jî, ji wê demê ve ye fail û yên ferman danê nehatine darizandin.

Der heqê doza ku di sala 2019’an de li Fransayê ji nû ve hat lêpirsîna wê dest pê kir de parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Parlementera HDP’ê destnîşan kir ku di dozê bi vî rengî de rêgezeke wisa heye; heke fail nayê dîtin wê demê têkiliya xwe bi dewletê re heye û wiha got:

“Li tevahiya cîhanê û li Tirkiyê dema ku rayedar bixwazin ser tiştekî bigirin dibêjin; ‘sira dewletê ye.’

Dema ku ev gotin were bikaranîn wê demê hin kes tên parastin. Fransa jî heman hincetî nîşan dide.

Wê demê Fransa jî hin kesên ku têkiliya wan bi vê komkujiyê re heye diparêze.”

Meral Daniş Beştaş bang li Fransayê kir, xwest komkujiyê ronî bike û got:

Qey hûn jî bûne neyarê kursan. Hûn çima hêzên li pey vê komkujiyê ronî nakin.

Derxistina holê ya van hêzan berpirsyariya we ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv