Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leyla Lorîn: ‘Efrîn ne bêxwedî ye!’

 

EFRÎN NE BÊXWEDÎ YE!
LEYLA LORÎN / XWEBÛN

Beriya demekê nivîsgeha jinan û rêxistinên civaka sîvîl a herema Efrînê, sûc û kiryarên çete û dewleta tirk a mêtînger li dijî jinan, ji bo raya giştî ya cîhanê û mirovahiyê, bilançoyek eşkere kiribûn. Di bilançoya nivîsgeha jinan û rêxistinên civakî yên kantona Efrînê de, hat zanîn ku ji dagirkeriya Efrînê û vir ve, 84 jin ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin, zêdetirî hezar jin jî hatine revandin û 6 jin jî “dawî li jiyana xwe anîne.” Her wiha bi hezaran jin di zindanên Çarxaya Kawa û Kefercanê de di bin êşkence, tecewiz û kuştinê de tên ragirtin…

Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Kantona Efrînê di meha tebax, îlon û cotmehê de, 301 welatî hatine revandin, 25 ji wan jî jin in û 5 ji wan hatin qetilkirin. 50 hezar darên zeytûnan hatine desteserkirin, 400 hezar dar jî ji kokê ve hatin rakirin û birine Tirkiyeyê…

Ev kiryarên kirêt ên çetêyan eşkere berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye.

Hîn ev eyba mirovahiyê ji rûyê cîhanê pak nebûye; bi heman zihniyetê çeteyên dewleta tirk, careke din bi destê nokeriya ENKS’ê, li Efrînê rojane sivîl û jinan direvînin û bi şêweyên hovane wan qetil dikin. Li ser xelkê Çiyayê Kurmênc, heyam hatiye wê astê ku jinên ducanî tevî pitika xwe tên qetilkirin!..

Divê neyê jibîrkirin ku Efrîn ne bê xwedî ye. Çeteyên dewleta tirk bi van sûc û kiryarên xwe dixwazin tol û hêrsa binketina çeteyên DAIŞ’ê ya bi pêşengiya şervanên jinên kurd li paytexta ku xelîfe lê hatibû îlankirin Reqayê têk çûn, rabike…

Armanca dewleta tirk, bi van sûc û sepanan, berxwedana efrîniyan bişikîne û çavên xelkê serbilind ên herême bitirsîne.

Li dijî polîtîkayên qirkirin û sûcên dewleta tirk, her diçe di raya giştî ya cîhanê de, hinek bertek tên pêşxistin. Lê ev helwest têrê nake û lewaz e. Mirovahiya pêşverû, cîhan û gelê Kurd divê bi erka xwe rabe û rewşa xelkê Efrînê ji nêz ve bişopîne.

Lewma êdî dem hatiye ku hesap ji dewleta tirk werê xwestin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv