Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seydî Firat: ‘Pilanên êrişan a li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê’

 

PILANÊN ÊRIŞAN A LI DIJÎ BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ
SEYDÎ FIRAT / YENÎ YAŞAM

Desthilata AKP/MHP’ê demên dawî gefên êrişên xwe yên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê gelekî zêde kir. Ji bo êrişeke nû ya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê, bi DYA, Rûsya û Ewrupayê re hev hevdîtin pêk anî, bazaran kir.

Tê zanîn ku hevdîtinên Erdogan ê li Soçî di vê çerçoveyê de bûn, helbet lingekî vê yê herêmî jî heye û tê gotin ku ji aliyê MÎT’ê ve tê birêvebirin. Teşebuseke wisa ye ku xwe digihîne PDK’ê û ANKS’ê jî.

Ev konsepta êrişê ya li dijî Rojava ku AKP/MHP’ê di demên dawî de berê xwe danê bingeha xwe ji du faktoran digire; Ya yekê ji pozîsyona li hemberî Kurdan û destkeftiyên wan, ya din jî li hundir û derve bêçaretî û tengaviya desthilata AKP/MHP’ê ku ketinê.

Desthilata AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên dagirkerî, şantaj û tehdîdê li ser qada herêmî û gerdûnî bû sedema encamên xeraker. Helwesta li hemberî jî li van qadan zêde dibe û veduguhere asteke dînamîk.

Desthilat, bi pilanên nû yên êrişa li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Desthilata AKP’ê ji destpêkê ve li hemberî Rojava di eniya komên selefî de cih girt. Tu carî bi têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê razî nebû. Piştî dît ku çeteyên piştgfirî dide wan nikarên li Rojava rê li ber Kurdan bigirin, di 2018’an de Efrîn, di 2019’an de jî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Bi hezaran kes hatin kuştin, sedhezaran kes jî hatin koçberkirin.

Komîteya Lêkolînê ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî wekî sûcê li dijî mirovahiyê pênase kirin. Desteserkirina malên gel, talan, bi darê zorê koçberkirin, êşkence,revandina mirovan û tecawiza li dijî jinan wekî sûcên sîstematîk pênase kir.

Ya tê xuyan ewe ku desthilata AKP/MHP’ê, bi van pilanên êrişê dixwaze îcraatên xwe mayînde û mezin bike. Li hemberî êrişan serê de Kurd, gelên herêmê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Bila gumana kesî tinebe ku wê li hemberî êrişên nû jî berxwedaneke mezin pêk were. Ev têkoşîneke hebûn û nebûnê, têkoşîneke rûmetê ye. Bila gumana kesî nebe ku ewê biser jî bikevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv