PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
KONSEYA EWRÛPAYÊ BERSIVEKE NE ZELAL DA DAXWAZA SOLIDAIRES A RAKIRINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Yekîtiya sendîkayî piştgiriyê ya Fransayê Solidaires ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin 6’ê cotmehê nameyek ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê şandibû.
Sendîkayê îşaret bi pergala tecrîda li Îmraliyê kiribû û bang li Konseya Ewropayê kiribû piştgiriyê bide daxwaza gelê Kurd a ‘Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.’
Mîroslav Papa ê ku Midûrê Kabîneya Alîkariya Sekreteriya Giştî ye li ser navê Marîa Pejcînovîc-Bûrîçê bersivek da.
Mîroslav Papa behsa raporên CPTyê kir û got
Wekî ku hûn jî dizanin der barê şertên girtîbûnê di navbera CPT û rayedarên Tirk de diyalogekek bi pergal û veşartî heye.
Rapora CPTyê ya têkildarî serdana 2021’ê û bersiva rayedaran, li gorî pêkanînên peymana Ewropayê ya der barê êşkence, ceza û miameleya li hemberî mirovatiyê wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Wekî ku we jî diyar kiriye rêzdar Ocalan û pênc girtiyên din ên li Îmraliyê der barê astengiyên hevdîtinan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn.
Konseya Ewrûpayê ji hikumeta Tirk re ragihand û dadgeh li gorî proseduran rewşê dinirxîne.
Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê bi tu awayî nikare mudaxeleyî dadgeha serbixwe bike.
Di bersivê de herwiha wiha tê gotin: “Konseya Ewropayê, sazî û dezgehên wê, li gorî peywirên xwe, hem ji bo Tirkiye, hem jî ji bo hemû welatên xwe yên endam, gelekî qîmetê dide tevgerên li gorî standardên mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê” .
Di nameya Sendîkaya Solidaires de tê bibîrxistin ku 10 sal derbas bûne ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîdê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û tê xwestin sedema vê yekê were eşkerekirin.