Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Keştiya Azadiyê berê xwe dide Napolî

 

KEŞTIYA AZADIYÊ SIBE DEST BI SEFERÊ DIKE
ÇALAKGERÊN KEŞTIYÊ LI YÛNANISTANÊ HIN HEVDÎTIN PÊK ANÎN

Keştiya Azadiyê ya ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo 9’ê Mijdarê ji Yûnanistanê ber bi Îtalyayê dest bi rêwîtiya xwe dike.

Keştî wê 12’ê Mijdarê li bajarê Napolî bi girseyî were pêşwazîkirin.

Di keştiyê de fîlozof, siyasetvan, akademîsyen, derhêner, rojnamevan, hunermend ên ji Fransa, Îtalya, Arjantîn, Almanya, Katalonya, Yûnanistan, Kurdistan û Tirkiyê cih bigirin.

Beriya rêwîtiyê rêwiyên keştiyê weke du heyetan kardabeşî kirin û hin hevdîtin li Yûnanistanê pêk anîn.

Heyeta ji Nursel Aydogan, Leyla Îmret, Yuksel Koç, Erkan Erencî û fîlozof Rîno Malînkonîko pêk tê, serdana Partiya Yekîtiya Gelan kir.

Endamên heyetê bi germî hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê partiya LAE Wezîrê berê yê hukûmeta Yûnanistanê Dîmîtrîs Stratolîs di pêşwazîkirina heyetê de wiha got:

“Ji ber ku em malovaniyê ji çalakiyeke wiha re dikin, serbilind in.

Xwezî Birêz Ocalan dîl nehata girtin. Em weke partî, azadiya Kurdan û Ocalan dixwazin û ji bo vê yekê dixebitin.

Endamê Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî fîlozof Rîno Malînkonîko jî got, li rex têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, em ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê jî têdikoşin û piştgiriyê ji partiya LAE’yê dixwazin.

Heyeta din jî ji Besîme Konca, Ertugrul Kurkçu û Stefano Françesko pêk hat.

Vê heyetê jî serdana Tora Mafên Civakî û Polîtîk-DÎKTÎO kir.

Di hevdîtinê de rola Yûnanistanê ya di komployê de hat destnîşankirin û daxwaza piştgiriya bi têkoşîna Kurdan re hat kirin.

Heyet her wiha bi Yekîtiya Mamosteyan û Partiya SYRÎZA re jî rûnişt.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv