Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Leyla Guven navê berxwedêrî û serînetewandina jina azad a Kurd e – Portre 22.12.2020

 

JINA KURD LEYLA GUVEN KÎ YE?
LEYLA GUVEN NAVÊ BERXWEDÊRÎ Û SERÎNETEWANDINA JINA AZAD A KURD E

Leyla Guven, yek ji jinên Kurd yê anatolya navîn e.

Leyla di sala 1964’an de li navçeya Canbegê ya Konyayê çavên xwe li dinê vekir.

7 xwişk û birayên wê hene û Leyla zaroka herî piçûk a malê ye.

Dema hê 17 saliye Leyla dizewice û piştî zewacê bar dike Elmanyayê.

Di 30 saliya xwe de Leyla ji hevjînê xwe cîhê dibe û di sala 1994’an de tevî 2 zarokên xwe dîsa vedigere welêt.

Leyla di vê pêvajoyê de hem zarokên xwe mezin dike, hem jî sala 1994’an de di xebatên HADEP’ê yê baskê jinan de dest bi têkoşînê dike.

Tevî astengiyên civakî û şert û mercên dijwar yên jiyanê jî Leyla Guven di nava têkoşînê de dipije û piştî zarokên wê mezin dibin, di sala 2001’an de biryar dide da ku bi awayekî profesyonel xebatên siyasî û civakî bimeşîne.

Piştî vê biryara xwe, Leyla Guven berê xwe da navenda siyasetê Enqerê û weke endamek ji rêveberiya navendî ya baskê jinan a HADEP’ê hat hilbijartin.

Leyla, bi awayekî profesyonel pêşî li herêma Çukurovayê 3 salan xebitî û di sala 2004’an de li navçeya Seyhanê ya Edenê bû namzeda şaredariya Kuçuk Dîkîlî.

Tevî Leyla Guven, di wê hilbijartinê de 9 jin weke şaredar hatin hilbijartin.

Di hilbijartina xwecihî ya 2009’an de jî Leyla Guven li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bû namzed û bi ferqekî mezin weke şaredar hat hilbijartin.

Çend meh piştî hilbijartinê, Leyla Guven di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya di bin navê “KCK’ê de hat girtin 4 sal û nîv hat hepsî kirin.

Leyla di sala 2014’an de ji zindanê derket û yekser berê xwe da xebatan û li komîsyona xebatên xwecihî şixûlî.

Di hilbijartina 7 Hezîrana 2015’an de jî li Rihayê weke parlementer hat hilbijartin.

Leyla Guven, 24’ê Adara 2016’an de jî li civata giştî ya kongreya civaka demokratîk KCD’ê de weke hevserok hat hilbijartin.

24’ê Çileya 2018’an de Leyla dîsa hat girtin û di dema ku li zindana Amedê girtî bû di hilbijartina 24’ê hezîranê de ji aliyê gel ve weke wekîla Colemêrgê hat hilbijartin.

Leylaya ku ji 1994’an ve têkoşîna doza jin û Kurdan dide di 7’ê Mijdara 2018’an de vê têkoşîna xwe bir asteke bilindtir û dîrokî.

Leyla Guven di rûniştina doza xwe ya 7’ê Mijdara 2018’an de ji heyeta mehkemê re got;

“Ez bi perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo jinan ketim ser riya têkoşînê. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelekî ye. Ez jî weke ferdekî vî gelî ji bo şermezarkirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikim.”

Leyla Guven, bi vê biryara xwe bang li wijdana mirovahiyê kir.

Leyla weke lehengekeke serdema nû bar û gunehê milyonan hilgirt û li ber deriyê kelehên wijdana herkesî rawestiya.

Wê çalakiya xwe 200 rojan dewam kir. Bi daxwaza Rêber Apo çalakiya xwe bi dawî kir.

Têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê di milê gel de xebitî ked, da.

Dewleta tirk a faşîst ji vê şêrejinê ji ber ku ditirsiya parlamenteriya wê betal kir.

Lê wê ev biryar qebûl nekir û got, encax gelê min vê erkê ji min wergirw. ez parlamanter bim jî nebim jî ez ê têbikoşim.

Di 4’ê hezîranê de dewlat faşîst ji bo ku tola berxwedana 200 rojî jê bigre ew girt.

Bi biryardariya xwe ev êriş jî pûç kir. Vegeriya nav gelê xwe.

Ji Amedê heta Dersimê, ji Serhedê heta Botanê gund bi gund bajar bi bajar tevna têkoşînê rist.

Ji ber vê berxwedan û zanînê faşîstan bi dozger û dadgerên xwe dîsa ew girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv