Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên azadiyê 26 roj li pey xwe hiştin 22.12.2020

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 26 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Girtiyên PKK û PAJK’î ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Koma 6’an li zindanan çalakî dewr girt.

Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê zext û faşîzma li ser girtiyan pir zêde bûye.

Jinên berxwedêr ê li zindana Alanyayê Tîpa T’yê tên ragirtin Hatîce Çakmak, Nîda Kutlu, Zelal Başboga,

Şukran Ozer, Şeyma Kantarci û Sûdan Guven jî binpêkirinên mafan ên li zindanê bi rêya malbata xwe ragihandin.

Sûdan Guven ragihandin ku heta encamekê bi dest bixin, ew ê çalakiya xwe bidomînin û ev agahî dan.

Ji ber ku em tevlî çalakiyê bûne dewleta Tirk derbarê me de lêpirsîn da destpêkirin.

Li 4 hevalên me cezayê hucreyê, li 3 jî cezayê infazê hatiye birîn.

Lê çi dikin bila bikin wê nikaribîn pêşî li berxwedana me bigirin.

Bavê wê Abdulvahap Guven jî vê bangê dike.

Girtiyê bi navê Îrfan Emînoglu ji zindana Menemen a Tîpa F’yê peyamek şand.

Filîz Işık jî li zindana jinan a Amedê tê ragirtin.

Filîz Işık bi malbata xwe re axivî diyar kir ku dewlet zextê li çalakgeran dike û gefê li wan dixwe.

Dayîka Filîz, Aliye Işık bang li gel dike ku xwedî li girtiyan derkevin.

Li Zindana Tarsûsê jî Gokhan Çetîn û Erkan Taşkan di koma 6’an de tevlî berxwedanê bûne.

Girtiyê bi navê Îdrîs Değîrmencî ku li heman zindanê ye bi xwişka xwe re axivî û ji gel xwest li li derve bibin dengê wan.

Di vê navberê de li gelek deveran ji bo piştgiriyê çalakî hatin lidarxistin

Endamên meclisa ciwanan HDP’ê li navçeya Stenbolê Esenyurtê meşeke bi meşaleyan pêk anîn.

Ciwanan gel derbarê çalakiya girtiyan de agahdar kirin.

Rêxistinên HDP’ê yên Riha û Mêrsînê jî bi daxuyaniyan balkişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê.

Beşdaran diyar kirin ku daxwazên girtiyan rewa ne û ji bo daxwazên wan werin qebûlkirin çi pêwîst bike wê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv