Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakvana TJAyê Zelal Bîlgîn: Rojeva me ya sereke tecrîd e 22.12.2020

 

AKTIVÎSTA TJA ZELAL BÎLGÎN:
ROJEVA ME YA SEREKE TECRÎD E

Tevgera Jinên Azad TJA 15’ê îlonê dest bi kampanya “Em xwe diparêzin” kir.

Kampaya ku starta wê li Amedê hat dayîn, belavî bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû.

Endamên TJA di vê pêvajoyê de cihek nema xwe negihandinê.

Bi jinan re hatin cem hev, civîn li darxistin, mal bi mal geriyan û xebatên Atolye kirin.

Çanda tecawizê çiye, çima dewlet dixwaze vê çandê belav bike, hevjiyana azad çima dibe bibe pergal, li ser girîngiya xwe parastinê hem bi jinan re, hem jî bi mêran re axivîn.

Tevgera Jinên Azad TJA- niha jî tecrîd û pêrgala êşkenceya li Îmraliyê dike rojeva xwe.

Wê yek ji rojevên sereke yê kampanyaya Em xwediparêzin, azadiya Fizîkî ya Rêber Apo be.

Aktivîsta TJA Zelal Bîlgîn ji Ajansa mezopotamya re axivî û di serdema nû de wê çi bikin nirxand.

22 salin li kêleka tecrîda girankirî, cezayê disîplînê didin Rêberekî.

Ev tecrîd bi taybetî li ser jinê û bi giştî li ser Rojhilata Navîn tê pêkanîn.

Tecrîd polîtîkaya şer e.

Şerek didome û bi aweyekî neyînî jin ji vê bi bandor dibin.

Jinê dikin hedef û dixwazin bixin.

Tecrîd zêdetir bandor li jinan dike.

Jin ji roja ku jidayîk dibe, di nava malbatê de di tecrîdê de ye.

Ji ber wê, dê mijarên me yên sereke tecrîd û grevên birçîbûnê bin.

Ev xetên me yên sor in, em ê ti carê jê venegerin.

Em ê ji bo vê çalakiyan li darbixin û kes wê nikaribe me ji vê paş de bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv