HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN HAT GIRTIN
LI GELEK DEVERAN REHÎNGIRTINA LEYLA GUVEN HAT PROTESTOKIRIN
Li ser rehîngirtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven li gelek deveran daxuyanî hatin dayîn..
Daxuyaniya li Amedê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê hat dayîn..
Cîgirê hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner daxuyanî xwend û ew peyam da.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî îşaret bi berxwedana Leyla Guven a li dijî faşîzmê kir.
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku wê jina Kurd tu carî li ber faşîzmê serî netewîne.
Li navçeya Şirnexê Silopiya jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad TJA’yê daxuyaniyek hat dayîn.
Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak daxuyanî xwend û got, kes nikare têkoşîn û berxwedana jinan têk bibe.
Parlamenter Ayşe Surucu jî da zanîn ku ew ê bi têkoşîna xwe van darbeyan têk bibin.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.
Li Wanê jî girtina Leyla Guven hat protestokirin.
Beşdaran diyar kirin ku ti êriş wê nikaribe pêşî li têkoşîna azadiya jinê bigre.
Daxuyaniyek jî li Rihayê hat dayîn.
Bi heman armancê li Colemêrg û navçeya wê Şemzînanê jî daxuyanî hatin dayîn..
Beşdaran diyar kirin ku faşîzm wê li hember berxwedan û têkoşîna wan têk biçe.
Rêxistinên HDP’ê yên Hatay û Edeneyê jî bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî girtina Leyla Guven dan.
Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Stenbolê jî bi daxuyaniyekê daxwaza berdana Leyla Guven kirin.
Polîsan dor li girseya li meydana Metroyê ya Aksaraya kom bûbû girt.
Piştî bi demekê polîsan êrişî welatiyan kir.
HevserokênHDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de gelek kes bi lêdanê kirin binçavan.