SIYASETA KURDÎ LI BOTANÊ BÛ
HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN: DEM DEMA YEKÎTIYA NETEWA KURD E
Ev çend roj in heyeta KCD, DBP û HDP’ê li herêma Botan serdanên gel dike.
Heyet li Şirnexê di nava gel de xebat meşandin.
Li navenda Şirnexê daxuyaniyeke girseyî jî hat dayîn.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li vir axivî û destpêkê berxwedêriya gelê Botanê silav kir.
Leyla Guven piştre jî bal kişand ser êrişên hêzên PDK’ê li dijî tevgera azadiyê.
Leyla Guven destnîşan kir ku lazim e Kurd yekitiya netewî tanzîm bikin û got:
Ev sedsal dem dema kurdan e, lê divê em tifaqa xwe pêş bixin.
Piştî Leyla Guven, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî hebûn û destketiyên kurdan û got; AKP-MHP dixwaze stratejiyek şer pêk bîne. Gelê kurd neçar e ku yekîtiya xwe ya netewî biparêze.
Tifaqa gelê kurd berpirsyariya herî serekeye. Divê her kurdek bi vê zanebûnê tevbigere.