NERAZÎBÛNA LI DIJÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê
LI KOBANÊ BI HEZARAN KESÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê ŞERMEZAR KIR
Gelê Kurd li hemberî êrişên hêzên PDK’ê ên li ser qadên gerîla bi hêrse.
Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên PDK`ê yên li dijî hêzên gerîla meşiyan.
Bi hezaran Kobanî ji bo şermezarkirina êrişên PDK’ê ên li nêzî gundê Sêgirkê yê li herêma Amêdiyê daketin qada.
Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û şênî heta bi Qada Aştiyê meşiyan.
Li Qada Aştiyê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a navçeya Şêran Litfiye Mehmûd ji beşdarvanên meşê re axaftinek kir.
Litfiye Mehmûd di axaftina xwe de diyar kir ku hemû gelê Kurd doza yekîtiyê dike lê PDK bi tu awayî nêzî yekîtiyê nabe û got:
Çalakî bi avaftinên Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso berdewam kir.
Hiso di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya di navbera hêzên Kurd û wisa axifî: