Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya YPG’ê: Hêzên me êrişî tu baregehên pêşmergeyan nekirine 17.12.2020

 

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL:
HÊZÊN ME ÊRIŞÎ TU BAREGEHÊN PÊŞMERGEYAN NEKIRINE

Hefteyên borî serkirdeyên PDK’ê îdia kirin ku li Hewlêrê wan çend kesên ku amedekariyên sûîqestan dikin girtine.

PDK’ê bi van îdiayên xwe hewl da Tevgera Azadiyê îtham bike.

16’ê kanûnê jî îcar di medya bi ser PDK’ê de nûçeyên weke şervanên YPG’ê êrişî pêşmergeyan kirine hatin belavkirin.

Çavkaniya van nûçeyan jî yek ji serkirdeyên PDK’ê Serbest Lezgîn bû.

Di heman rojê de çavkaniyên nêzî YPG’ê ev îdiayên Serbest lezgîn hemûyan derewandin.

Lê piştî ku ev nûçeyên di medya PDK’ê de hatin belavkirin PDK’ê bi hêzên xwe yên taybet sewqiyata xwe ya li ser sînorê Rojava zêdetir kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê der barê îdiayên PDK’ê de daxuyanî da.

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku şervanên wan êrişî tu barehegên pêşmerge nekirine.

Di daxuyaniyê de ev detay derketin pêş:

Hevrêziya navbera Rojava û herêma Kurdistanê ku salên borî hatin danîn dewam dike.

Heta niha gelek aloziyên li ser sînor qewimîne jî bi vê hevrêziyê çareser bûne.

Hêzên me di 16’ê Kanûnê de, êrîş bi ser tu baregehen Pêşmerge de nebirine.

Tu sedem tune ye ku êrişek wiha biqewime.

Der barê mijarê de gelek daxuyaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin.

Tiştê ku qewimî di encama pêwendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên herêma Kurdistanê de bû.

Em weke YPG’ê rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin.

Em bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrîşkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin.

Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv